Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xewnname

profîla "xewnname"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [yehya omerî] de;

11. Bila di bîra te de be,

Xwe li ber barana te şil nakim êdî.



-ji helbesta anatomiya demsalên zer -



03.06.2016 17:08 | xewnname

9. (...)

Dawiyê ez û tu bûn êşa heman birînê.

dawiyê

radihêlim tenêtiya xwe diherim xewna çiyayek mê.

dawiyê

diherim xewna çiyayek mê û dengbêj dawiya çîrokê tîne.

niha qediyam, rûnê û min ji ber bike.



Yeyha Omerî / westiyam min ramîse



18.05.2016 11:26 | xewnname

8. anatomiya demsalên zer





18.05.2016 11:21 ~2016.05.19 11:56 | xewnname

7. qesîdeyek ji bo bîra te





18.05.2016 11:20 ~2016.05.19 11:55 | xewnname

6. Helbestvanê ku salek ji min piçûktir e.

Mala wî ava ku piştî me li wanê hevûdû nas kir pirtûka xwe îmze kirî ye û ji min re şandî ye.

Helbestên gelek ciwan nivîsandiye û qet zorê nedaye xwe. Çend xalên bala min kişandiye dixwazim binivisînim lê min tu carî rexneya helbestê nexwendiye û nizanim kirirtîka helbestê jî çawa tê kirin. hew hin tiştên bala min kişandiye dixwazim binivisînim.

Peyvên ku di helbestên omerî de pir tên bikaranîn: gul, gulê, îlon, perav, helbest, stran, tunebûn, beybûn, çivîk, çivîkên baskokirî, firîn, kulîn, evîn, bîr, têkçûyîn û helbet zer.

Van peyvan hetanî radeyek meriv acis nake lê cend hevok hene ku wek hev in ew hinek zorê dide meriv

Minak: Di helbesta qesîdeyek ji bo bîra te de -ku bi ya min helbestek têra xwe xweş e- hevoka "meke behs" di rûpela pey re di helbesta gulên anonîm de wek "behsa tiştan neke" derbas dibe. di cihek de dibê ku "çiyayan bilind dikin bi lîlên xwe" di helbesta hunera helbestê de jî dibê ku "çiyayan bilind bike."

Bi hêviya ku wek neheqî neyê qebûlkirin hin peyvên di nav helbestan de hevokên rênas jiyan xistin bîra min: Xwezî delalê, peravên hest, dereweke mîtolojîk, ji çavên te didoşin, beytikên baskokirî

helbesta "gotinên kêlekî" jî nizanim kîjan e lê helbesteke evdile peşêw anî bîra min.

Di helbestê de gelek denglêkirin, dengbilindkirin û hevok û peyvên fermanî henin û bi ya min ev bûye tarzek xweş wek; huş be, meke behs, neke, bes e, neyÊ

Nizanim tercîha helbestvan e lê ji min re wisa hat ku di gelek ciha de xeletiya nivîsandinê hebû; peyva ramûsan bi çar awayan hatibû nivisindin û çend peyvên din!

welhasilî kelam helbestên hest tije diyariyê me kiriye, mala wî hezar carî ava.



18.05.2016 11:16 | xewnname