Tirşik - Profîl
tirşik-profîla oxir

profîla "oxir"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kêmasiyên tirşikê] de;

66. kêmasiya herî herî herî mezin ew e ku gava ku mirov li bin mijarekê dinivîse heke ku înternet qut bibe ew tiştên ku te nivîsandî çem û çem diçin. belkî heta vêga 20 caran ev tişt hatiye serê min. şensê min ê pîs wexta ku tiştên dirêj dinivîsim ev gû tê serê min. paşê jî xîret nakim ku heman tişt ji nû ve binivîsim.

(bnr: tiştên ku mirov ji tirşikê sar dikin)



10.06.2014 23:53 | oxir

39. yek jê li tirşikê nebûna forma têkiliyê ye. wê rojê hesabê min hate dizîn lê min nekarî bi rêveberiyê re bikevim têkiliyê. min go derdê xwe ji patronê mezin sîmurg beg re bêjim li ser twitterê lê belê efendî qeraseyê zilaman e ji loma jî herkes nikare lê bişopîne û jê re binivîse. min go hesabeke nû vekim li tirşikê û jê peyamekê bişînim ji patron re. lê belê heta ku ez bûme nivîskar û heta ku min destûra şandina peyaman wergirt nîvê ûmrê min çem û çem çû.dema ku mirov bixwaze şîfreya xwe bişîne e-maila xwe jî pirsgirêk dertê. taliya talî ez gihîştim mirada xwe lê belê navê min guherî



06.04.2014 12:18 | oxir