Tirşik - Profîl
tirşik-profîla oxir

profîla "oxir"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [başûrê kurdistanê] de;

6. li gor nûçeyeke xendan.org-ê amedekariya rapirsîna serxwebûnê dikin. çawa ku rûsan bi rapirsînekê qirimê ji ûkraynayê veqetandin û bi xwe ve girêdan, kurd jî dixwazin bi heman rê û rêbazê ji îraqê veqetin û serxwebûna xwe îlan bikin. lê belê birakên me yên başûrî mixabin ku bi qasê rûsyayê ne bi hêz in ku bi serê xwe serbixwe bibin. Her wiha jê jî giringtir kerkûk û mûsil ne bi ser herêma kurdistanê ve ye. gava ku emerîkanê gawir îraqê ji nû ve dîzayn kir ev tişt hesêb kiribû Û ji bo rêlibergirtina serxwebûna kurdî her du bajarên ku xwediyê gellek bîrên neftê ne nehiştibû ku bi herêmê ve bêtin girêdan. mirov ji daxûyaniyên dawîn ên kafirê şedîd ê emerîkayê fêm dike ku emerîka naxwaze ku kurd ji îraqê veqetin. Ev tişt dide nîşan ku kurd bi rêbazên dîplomatîk nikarin serbixwe bibin, ger ku xwedê ji me re li hev bîne û em serxwe bibin jî nikarin kerkûk Û mÛsilê bêyî ku xwîn were rijandin bistînin. lewra her çi qas ku tirk êdî dev ji xetên sor ên xwe berdabin jî îran û sûrî û dewletên din ên ereb li dijî dewleta kurdî ne.

xwedêyo ji zilimkaran re nehêlî rebbîîÎ...





http://www.xendan.org/kurdi/dreja.aspx?=hewal&jmara=15711&Jor=1



18.05.2014 09:17 | oxir