Tirşik - Profîl
tirşik-profîla oxir

profîla "oxir"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [stranên kurdî yên mirov şerm dike wergerîne zimaneke din] de;

9. ne stranên ku gotinên erotîk di nav de ne, stranên bi gotinên bereday in.

belê mixabin ev stran bêhtir tên hezkirin.



mînak em li îstatîstîkên yûtûbê binêrin :

aram serhad - tu delaliya min Î : 200.000 temaşe

siya Şevê - Dilketî : 12.000 temaşe



13.12.2013 19:47 | oxir

1. stranên ku stranbêjê/a wê tê de bêyî ku aciz bibe dikare bi saetan heta bi rojan bêje evîna min, çavreşa min, delala min, xezala min, qûzilqurta min hwd..helbet di hemû zimanan da stranên bi vî rengî hene ku gotinên wan bereday û virt û vala ne. lê di kurdî de ne yek ne dido bi mîlyonan hene kuro. ma çi hewce ye ku li sergoya muzîkê stranên nû zêde dikin. ey stranbêjno wilo nekin min çavxwarîno. heke hûn nikarin gotinên xweş binivîsin dexîlê we me silavekê bişînin ji min re ezê di 5 deqqeyan de ji we çêtir gotinekê binivîsim. pere jî naxwazim heyrana çavên reş û belek.



13.12.2013 01:27 | oxir