Tirşik - Profîl
tirşik-profîla oxir

profîla "oxir"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dengbêjiya nûjen] de;

1. tarzeke mûzîkê ku delîl dîlanar serkêşiya wê dike. lê mixabin li ber erebeska kurdÎ roj bi roj qîmeta xwe winda dike û ber bi tinebûnê ve diçe. demekê wek qanûneke bê nivîs li albûmên kom muzîkê straneke zazakî û yek jî soranî zêde dikirin. Divê ev tişt niha ji bo stranên dengbêjiyê jî wek qanûnek bête qebûlkirin. bila ti kes popûlerbûnê ji xwe re neke xem va mînaka rojda heye ku di albûma xwe ya yekem de straneke şakiro stirî û ew stran di albûmê de bû ya herÎ serkeftî û hezkirî. wexta ku me ev mijar vekir hêjayê gotinê ye ku mirov behsa strana bi navê reben im ya çar newa'yê bike ku straneke salihê qubînî bi enstrûmanên muzîka rockê stirîne. va ji we re lînk: http://www.youtube.com/watch?v=xpuXNHy81Tk



18.12.2013 21:22 | oxir