Tirşik - Profîl
tirşik-profîla kelemejû

profîla "kelemejû"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [folklora kurdan] de;

1. kovareke nû ye. ser xêrê be. bimbarek û pîroz be... xwedê emrê wê dirêj biket.



kovareke xwerû li ser folklorê ye. tê de gelek mijarên cuda yên ser çanda kurdan hatine berhevkirin, weşandine. taybetiyeke wan a xweşik ev e ku, ji kîjan deverê çi berhevkirine binî nivîsîne, filan deverê li filan gundî û filankes...



bi rastî gava kete destê min û min ew xwend, tama kovara esmer hat bîra min. ji ber ku her tiştê ku tê de ne, xwerû çanda me ye, lewra her nivîs bala mirov dikişîne.



nîşe: kovar ji aliyê kurdî-der a amedê tê amadekirin û bi piştgiriya şaredariya bajarê mezin a amedê tê derxistin. kî derdixe, kî dinivîse, kî belav dike, kî jî dixwîne... hezar carî mala wan ava.



20.02.2015 23:54 | kelemejû