Tirşik - Profîl
tirşik-profîla kelemejû

profîla "kelemejû"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kosegelî] de;

1. kosegelî yek ji cureyê zargotina Kurdan e û di edebiyata devkî de cihekî giring digire.



Kose an jî kosegelî li hin deveran bi navê "Kalê û Pîrê", "Apo û Etê", "Kalê Gaxan", "Serê Salê" hwd tê binavkirin. Lîstika kosegelî cureyekî ji şanoyê civakî ye. Kose jî lehengê vê lîstikê ye. Berê (hin ciyan hê jî ev ‘adet didome) li gundan salê carekî, dema ku sed rojê pêz timam dibû hingê rêncber û xulamên gund li malekî de dihatin cem hev û wê şevê xwe ji bona kosetiyê amade dikirin. (Mala ku tê de dihatin cem hev cil û kincên ‘ecêb li xwe dikirin, çend roj beriya vê rojê dihate diyar kirin. Beriya sedê pêz, nav xwe de diaxivîn û digotin: em ê îşev malan filankesê de bicivîn.) Rêncber û xulamên gund bi çava mil û lingên xwe, singê xwe dialandin. Rûyên xwe jî bi ardê, spî dikirin. Piştî wan wesem/makyajan êdî kesî wan nas nedikir û nedikarî bibêje ka ew rêncberê kî ne. Piştî wan karûbaran êdî ev rêncber û xulaman dibûn kose û diketin nav gund û mal bi mal digeriyan. Şivan, gavan, berxvan, xort û zarokên gund jî didane pey wan. Wê şevê kose bi zar û xortên derûdora xwe, hemî malan digeriyan.



Hin şanoyan de kose dixeriqe dikeve ‘erdê, dema bûk hin tişt ji kebabiya malê distîne, hingê kose jî radibe ser pîya. Hin caran jî satilek av dirijînin ser kose ku bila were ser hemdê xwe. Lê bi guherîna zeman re edî li navçe û bajaran de cihê ard, hêk, şekir û rûn em dibîbin ku dirav/pere hildaye.



çavkanî: nûpelda hejmar 13, bingeha şanoya kurdî: kosegelî



27.07.2013 11:54 | kelemejû