Tirşik - Profîl
tirşik-profîla lêyla

profîla "lêyla"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [werger] de;

1. gotinek heye; 'Heke kurmê darê ne ji darê be narize'



Meseleya me û hinêkan jî ev yek e ha. Bi saya wan camêran te dît strana 'ji te hêz dikim, min bêriya te kiriye' bû strana şoreşgerî, strana hezar salî.. Ma ewqas? Naa babam!

Ehmeqî hê ji bend sînoran nas nake, û serdê ji gelek stran e'dem kirin bi navê wergerandin e. hin derketin stranên kurdî wergerandin zimane tirkî. eceba mezin!. Lê tu ji min pirs bikî çi werger û çi hal!

Karesatêk wiha ji hatîbû ser strana Leyla. Feqîr e Leyla destê wan bêbavan de şepirze bibû. 'keça kurda Leyla, keça soran Leyla, çawî ciwanî Leyla' bû çavuş kızı Leyla.



Ê yanî çi ji nişkava, nav ev çend tiştan de?

Îro min bihîst û min got; hin hema xwediyê xwe vî aqilî be!

Ev jî kurmê vî darî ne. Ev e yanî.



Bi kurt û kurmancî Leyla dilê xwe li me negire, hêvîya xwe ji me, xwişk û birayên kurd nebire.



04.08.2013 18:18 | lêyla