Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ronahiv

profîla "ronahiv"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [çarşema sor] de;

8. "Li rex birînên fermanê

Bihar hatiye Kurdistanê

Bi dilê xemgîn pîroz be,

Çarşema Serê Nîsanê.

Bi navê ol û îmanê

Ereb ketin nav talanê

Kurdo bi hevre dil soz be

Biparêzin pîrozxanê

Li rex birînên fermanê

Bihar hatiye Kurdistanê

Bi dilê xemgîn pîroz be,

Çarşema Serê Nîsanê.

Ev hezar û çarsed sale

Talan dikin mulk û malê

Weke Kawayê Newroz be

Ji ber Dehaqan menale

Li rex birînên fermanê

Bihar hatiye Kurdistanê

Bi dilê xemgîn pîroz be,

Çarşema Serê Nîsanê"



20.04.2016 23:44 | ronahiv