Tirşik - Profîl
tirşik-profîla newenda

profîla "newenda"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kurd romanekî çar çara dinivîsînin] de;

1. "romana "serpêhatiya karmamiz(xezal) "ku ji aliye elî hesenyanî hatiye nivîsandin,ji bo pirsgirêkên li derveyî wêjeyê ku yên hewl didin binivîsînin û berhemêm xwe bidin çapkirin ,mînakekî baş e.hesenyanî di pêşgotina xwe ya kurt de dibêje ku wî cara ewil romana xwe li terhanê sala 1964an de dema wek sempatîzanekî kurd di girtîgehê de bû,nivîsandiye.lê destnivîsa wî winda bûye.pişte şoreşa îranê,îçar dema li dijî komara îranî ku nû ava bûbû şer dikir romana xwe ji nû de nivîsandiye.destnivîsa duyem hê xelas nebûbû ,dema hewl dide ku di çemê kelwê re derbas bibe ,ber bi herikandina xurt dikeve û winda dibe .hesenyanî çara sêyem dinivîsîne .vê çare jî nîşeyên ku girtibû di erîşêkî bi topê hewanê li ser gundêkî nêzî hewşarê,li kurdîsana îranê ,tahrîb dibe.bi hewleke din dîsa dinivîsîne û li gundêkî nêzî mahabadê di sala 1981ê de romanê xelas dike."



19.05.2014 13:32 | newenda