Tirşik - Profîl
tirşik-profîla felat

profîla "felat"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [metran îsa] de;

3. destanek bêhampa li ser xaka pîroz



11.09.2013 00:02 | felat

2. Meyremê dibê:

Elîyo sibe ye, gelo min go wa ye çi sibeka bi xêr û bêr e

Rabe qeyîk û gemiyê Metran Îsa gelo li hev girêde

Emê îro xwe bavêjin tor û bextê Metran Îsa lo di dêrê de

Heyla delîl li min û li vî Metranî, li vî hogiçî ax lo li vî beranî

Bila ji diya Metranê Dêra Axtermanê pê tir nebêje

Min çok da erdê ji xwe re kurek anî

Metran Îsa ji wî zemanî, heta vî zemanî nav û dengê xwe deranî



Elî dibê:



Meyremê sibe ye gelo wa ye min got

dîsa çi sibeka bi xêr û bêr e

Minê rabûye qeyîk û gemiyê Metran Îsa temamî

kar kir lo li hev girêda

Eliyê Qolaxasî rabû bi destê Meyrema File,

le qîza ke e, bûka Sarkîs

Dostika Waliyê Wanê girtî lo mîro ji xwe re lo revandiye

Minê xwe li Xwedê û li nav û dengê

Metranê Dêra Axtermanê xwe girtiye

Qesta Dêra Axtermanê kiriye

Heylo delîl delîl tew lo lo dilo

Heyla delîl lo li vî Metranî

Bila ji diya Metranê Dêra Axtermanê pê tir nebêje

Min çok da erdê ji xwe ree lo kurek anî

Metran Îsa ji wî zemanî, heta vî zemanî

nav û dengê lo xwe deranî

Erê dibê sibe ye gelo va ye fecir lê da çi sibeka zû ye

Metran Îsa rabûye qesta Dêra Axtermanê kiriye

Belê, bala xwe dayê ko kesekî li binê Dêra Axtermanê sekiniye



Erê Metran Îsa dibê:

Kuro, eva vê nîvê şevê ka bêjê çî karê te li binê

Dêra Axtermanê li vir çi ye ?



Eliyê Qolaxasî dibê:

Metrano, ez çi bikim îro filetî ye

Minê rabûye bi destê Meyrema File, qîza keşe, bûka Sarkîs,

Dostika Waliyê Wanê girtî ji xwe re lo min revandiye

Minê xwe li Xwedê û li nav û dengê Metranê

Dêra Axtermanê xwe girtiye

Eger îro tuyê Meyrema File li min mar bikî

li ser dînê Muhemmed

Sed aferîn dîsa ji nav û dengê te re

Heger tu mar nekî ezê qebûl bikim dînê lo Metran Îsa

Heyla delîl delîl lo li vî Metranî

Metran Îsa ji wî zemanî, heta vî zemanî

nav û dengê lo xwe deranî

Camêrî û mêrxasiya Metran Îsa...



Metran Îsai gotiye:

Eliyo lo wez wiha nakim

Ez vê yekê li dinyayê qebûl nakim

Wele nav û dengê Dêra Axtermanê kevin e,

mezin e, ez xirab nakim

Ez vê serê di nava dînê Muhemmed de qet rast nakim

Ez ji boyî xatirê kevnejinekê dînê Muhemmed

li ber tu dîna zelûl nakim

Lawo, ezê îro gazî meleyek û du heb feqiya kim

Ezê bi qewlê Xwedê, bi hedîsa Resûlallah bînim

Meyrema File lo li te mar kim

Heylo delîl delîl tew lo lo dilo

Heyla delîl l lo li vî Metranî

Metran Îsa ji wî zemanî, heta vî zemanî

nav û dengê lo xwe deranî



Walî dibê:

Kaxizekî ji Metran Îsa re bi rê kiriye

: Mêtrano dîsa lo bi min dîs

Min dît du kevok ji selîsa fir dan hatin Dêra Axtermanê

li cem Metran îsa

Heger tu wan her du kevokan bigirî bi eyînî

Ezê bidime te bi qederê hezar kîsa

Heger ko tu negirî, ne eyînî

Ezê bikim kevir û kuçikên Dêra Axtermanê

Bi ser serê te de lo werin xwarê

Heylo delîl delîl tew lo dilo

Heyla delîl li vî Metranî

Metran Îsa li binê Dêra Axtermanê ji xwe re lo kemîn danî

Metran Îsa ji wî zemanî, heta vî zemanî

nav û dengê lo xwe deranî

Dotira rojê Elî zava ye,

Meyrem bûk e...



metran dibêje :

Waliyo, lawo lo ez Metran im,

Ez kekê Bedran, Henan û Yewnan im

Ezê bi kumê metraniyê bigirim li erdê xim

Ezê la a sawî Dêra Axtermanê rakim

Lawo sibê lad e, wê file bikevin, biki in sûkan û çarçiyan e

Wele sibe vî çaxî Elî zava ye, lo ax Meyrem bûk e

Haylo delîl li min û li vî metranî

Li vî hogiçiyî li vî beranî

Ji diya Metranê Dêra Axtermanê pê tir

Bila nebêje min çok da erdê ji xwe re kurek anî

Metran Îsa ji wî zemanî heya vî zemanî,

nav û dengê xwe deranî

Metran Îsa li qarşiyê Walîyê Wanê,

Di binê Dêra Axtermanê hêja şerek danî

Heyla delîl lo li vî Metranî



10.09.2013 23:57 | felat