Tirşik - Profîl
tirşik-profîla felat

profîla "felat"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [feratê dengizî] de;

1. navê wî yê fermî Mehmet Aydın Alökmen. nivîskarekî kurd e ku li gundê Dengiza yê girêdayî Stewrê ya girêdayî Mêrdînê ji dayîk bûye. Di sala 1971'an de bû mamosteyê matematîkê û demeke dirêj li gelek cihan mamostetî kir.

Ji biçûkatiya xwe de têkilî û hezkirina wî li ser zimanê kurdî hebû. Cara yekemîn di sala 1989'an û ya duyemîn jî di sala 1995'an de ji ber ramanên xwe yên siyasî û bi daraza endamtiya PKK, bi tevahî 10 salan di girtîgehan de ma. Kurteçîrok, helbest û gotaran dinivîse. Gelek pirtûk jî ji tirkî wergerandiye kurmancî, lê hê nehatine çapkirin. Bêhtir hişê wî li ser werger, felsefe û mantika zimên heye. Gotar, helbest û kurteçîrokên wî di malper, kovar û rojnameyan de tên weşandin.



05.11.2013 19:37 | felat