Tirşik - Profîl
tirşik-profîla hemdilaarda

profîla "hemdilaarda"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ciwan haco] de;

66. Ciwan'iya me

Her sal di emr re dibûre, hîsên serboriyê , di rûzemînê hişî de weke gulan dibişkivin. Berî her tiştî, li hemberî hîsan duristî divê, aşkirin divê, xwedîlêderketin divê. Û bi vê sozê!



Xalê min î ez di 13-14 saliya xwe li dikana wî li ber destên wî dixebitîm him mamûr û him jî esnaf bû. Teqrîben serê salên nohdî bû. Hişyariyeke geş di nav millet de belav bûbû. Nexasim jî di nava xortan de. Ev xalê min jî yek ji wan bû. Navsereyên me tiştên jiyabûn baş ji me re rawe nedikirin lê gava devên wan vedibû digotin ;"lawo em Kurd nabine însan! Dest ji wan tişt û miştan berdin!".

Di wan salan de tiştên hîsên xortan zindî dikir çend rojname, kovar û "band"ên muzîkê bûn. Rojname û kovar zêdetir zimanê wan bi tirkî bû lê "band" bi kurdîyeke xas bû.

Kesî ji me di dikana xwe de zûbizû nikarîbûn rojnameyên wê wextê de derdiket bi hêsanî bixwenda û li wan "band"an guhdar bikira. Ji ber ew çav û guhên li ser me. Yan yên ajanan bûn yan jî yên polêsên sivîl bûn. Jixwe me ew hemû nasdikir û gava nêzîkî dikana me dibûn, me jî li gora wê cî dida xwe. Yan rojname şûna wan yeka virt û vala digirt yan jî ew "band" şûna wê "kaset"ên pop an jî erebeska tirkî digirt. Her daîm bi wan rojnameyan re yeka tirkî jî dihate kirîn ji bo li ya bi qîymet bê pêçandin û veşartin. "Kaset"ên tirkî jî bi hawekî bi dest diket ji bo rewşên xetere, ji bo ew çav û guhên li ser me bûn. Tabî kasetên tirkî di dexlikekê de bûn , "band"ên kurdî jî di dexlikeke din ya masa dikanê de bûn. Li gora rewşê destên me diçû dexlikan.

Îja dawî dirêj nekim, emrê min weke min got 13-14 sal e. Tabî rojnameyên bi "talûke" zûbizû bi dest min nediket lê ew "kaset"ên tirkî û "bandên" Kurdî bi şertê kontrola wan bi zaneyî bikim ji min re serbest bû.

Welhasil, rojekê xalê min di dest wî de "band"ek û kete hundurê dikanê. "Band"eke hatibû dagirtin. Li ser wê ti nivîs û işareteke go meriv bibêje a filan kes e nebû. Lê şahîk bû, dibiriqî û rengorengo bû weke wêneyekî abstract. Xalo çawa anî, xiste dexlika binî û hinek kaxiz maxiz avête ser wê. Paşê ji min re got "neke neke tu vê bandê guhdar neke!". Bi rojan min xwe girt û lê guhdar nekir lê ev lawikê mereqdar gelo wê karî be bi xwe?

Ew roj hat û "band"a qapaxa wê abstractî cezba wê bi serket û kete nava teybê.

Bi întroyeke pir xweş stran destpêkir, melûl melûl diherikî muzîk. Enstrumanên di muzîka kurdî de qet nedihat(helbet li gor zanîna me ya wê wextê!) bikaranîn û yên têne bikaranîn jî bi hevre, bi ahengeke wê qet neyê jibîrkirin, weke xewnekê, weke sira sibehên gulanê herikîn û hey herikîn. Muzîsyen dengê wî ji dengekî wêdetir weke dengê enstrumanekê bû. Geh sakîn bû, geh bi kîn bû. geh bi xeyd bû, geh bi kêf bû. Geh dikeniya, geh digirîya... û ji wê rojê heta îroyîn şopeke dirêj destpêkir.

Çi digot?

Behsa kîjan hîsa welatparêziyê dikir?

Bi çi sloganê rest dikişand?

Bi kîjan dîsgotinê meriv dikarîbû carbicar di ber xwe de bigota?

Mesela min ê bikarîba rîtma enstrumanên wî jiber bikira?

Ka ew gotinên nivqurmiçî wê çawa bêne jiberkirin?

Gelo filan peyva wî yî di nav zimanê xwe de dibe û tîne, çawa tê gotin?

Ma filan gotina wî mehna wê çi ye?

Yaw tiştek ji vê kurmancîya wî ya xerîb, wê çawa bê fêhmkirin?

Bi tirs û sed pirsan ew "band" hate guhdarkirin.

Pir xweş bû. Xweşiya wê nedihate îzahê. Hemû "band" li alîkî ha ew li alîkî.

Her emr çû, pêre pêre ew jî bi wê nezaket, serhildêrî, nazenînî, qerfî, ecêbmayî, welatperwerî, heyecanî û hwdiniya xwe bi me re hat. Na bi eslê xwe bi me re nehat, da pêşiya me û hîn jî dimeşe.

Di xortaniya me ya ewul de heke yek jê hormon be, yê me li bin guhê hîsên
ecêb dixist yê diduyan jî deng û muzîka wî bû. Bi wê elimandina lorandina wî ve em her yek êdî bûbûn sewdaserekî wî. Ji bo sewdaseran, car heye dîmenek, sûretek, kenek, gotinek an jî tiştekî di derheqê fenomen de çawa dibe sebeba heyecaneke bêhempa, yê me jî li me wer dihat û tê.

Êdî em li pêy şopê ketibûn. Çi "band"ên wî hebûn, bidestxistina wan bûbû şertê ewul! Paşê yekbiyek qeyd û tomarên spontane! Heta heta posterên wî, edresa mala wî û nimra telefona mala wî, ji malbateke çawa ye, hezkiriya wî heye an na, zewucî yan ne zewucî, navên zarokên wî çi ye?!

Hinekan digotin " xizmê filan kes e", hinekan digot "wê rojê ez bi telefonê pêre peyivîm" hinekan digot " filankesê min hevalê wî yî ji dil û can e", hinekan digot "nexweş e, wê bimre" hinekan digot "kêş e", hinekan digot "ma ev jî xweşbêj e?" , hinekan jî" zêde henekvan e", hinan jî " dil û can e", hinekan " wekî henekan e", hinekan "hino hino dibe dilo"...

Êdî hêdî hêdî sînorê sewdaseriya wî belû dibû. Yên ji wî hezdikirin, profîla wan ; piraniya wan kurik, hinekî netebitî, gundîtî di backrounda xwe de hiştî, ji klîşeyan hez nakin, tehemûla li sloganan kêm, meşeke reqsok, porekî gijok, hêdî hêdî muzîkên weke reggae, punk, rock, jazz, new age û hwd guhdar dike, bêtir ji metropolan hezdike, cilên vîntage li xwe dike, dixwaze hînî gîtarê bibe, araqê vedixwe, ji blue jeansan hezdike, rasterast bê fedî û tirsa mezinan bi dengê hêrs dikene, îlleh bi kurdî dipeyive, kurekî wî çêbibe wê navê hunermendê xwe lê bike, û filan û bêvan.

Di sala 1996 de gotinek belav bû, digotin "band"eke nuh çêkiriye, virde wêde li ber desta ye. Bi navê wî, bi qaçaxî "band"ek derket. Stranên wê hemû jî zêde xweş bû. Herkesî demek kurt de stran jiber kirin û di civatan de li ber tembûr û gîtaran bi hev re digotin. Lê yên bi devoka wî dizanîbûn bi şik bûn. Digotin heye go ev ne ew be. Heta belû bû ew e ,ne ew e bi hezaran kopiyê wê "band"ê hate firotin. Paşê li gor gotinê (wê wextê gelek tişt bi saya gotinên sansayonî, rastiya wan belû dibû) wî gotibû ew ne ez im, kurxalê min e. Paşê me qasî wî ji kurxalê wî jî hezkir.

Hinek ji me û hinek ji wî, me roj bi roj xwe dikire pisporên fenomenê xwe.

Di refên mala me de temama "band"ên wî rêzkirî bûn. Nexasim jî lazim bû li gor kronolojiyekê bihatina rêzkirin. Yên bi bandrol jixwe belû bû kengî hatibûn tomarkirin lê yên bê bandrol? Ew jî me li gor ciwaniya dengê wî yan jî li gor agahiyên ji me re bi hawekî dihatin bûn. Bi rêzkirina "band"ên wî diva bû me rêza her strana wî yî di "band"ê de jî zanîban. "Band"ên wî yên bi bandrol û kartoneta wan hebûn weke di mozeleyekê de bin, pîroz û miqades bûn. Yên bê bandrol û kartonet jî me ji xwe re li gora dilên xwe jê re fîstan didirûtin. Tabî ev jî hebû, ji me kî bi kurmanciya xwe bawer be dest bi nivîsîna peyvên stranên wî jî dikir. Heta gelek caran hin hevalan dibihîstin go ez di deşîfrasyona peyvên wî de başim dihatin serdana mala me ya xwendekaran û daxwaza hin stranan ji min re dikirin.

Bi saya "Hesenê Bandçî" bi dehan caran hevalan sîparîşên seta "band"ên wî ji min re dikirin û sewdaserê wî dibûn xwedî dîskografîya wî. Her zîyareteke min a li "Hesenê Bandçî" ji bo min heyecanek bû. Çi ku min zanîbû ew ji ku bîne wê bîne û tiştekî nû wê pêşkeşî min bike ez ê jî ji hevalan re. Carekê hevalekî dîsa sparîşa xwe dabû min û min jêre anîn. Piştî guhdariya "band"ekê got "ha ev ne tenê bandeke, ev ji stranên du bandan hatiye çêkirin." Min jî got" te ji ku têderxist?", Bersiva wî weke ji hunermendê me bi xwe bû "ti bandên wî naşibe yeka din. Him ji alî vegotinê û him jî ji alî enstrumanan ve. Guhdar ke ev herdu stran naşibe yên dinê.". Rastî jî wusa bû û bela ko min ev keşf nekiribû hinekî hesidîm li hevalê xwe. Paşê di gelek roportajên wî de, wî bi xwe jî welê got. Roportajên dikir jî ji çend salan carekê bû. Ew roportaja dikir me dehan caran dixwend û ji kêfan em difirîn. Qaşo roportajên nû bûn lê di her yeka nû de her tim eynî rêzepirs jê re dihate kirin. Ne xem bû! Tim dibêjim, heta niha kesekî bi dilê me pê re roportaj nekirîye. Pirsên bê pirsîn divê bi kîtekît, ji "band"a awulîn bigre heta ya talî be û ya herî muhîm çîrokên her stranê jî jê bê pirsîn!

"Play list"ên wê demê jî, "band"ên "90lix" bûn. Li rûyekî wan stranên wî yên slow û li rûyên din yên reqsok me li cem "Hesenê Bantçî" dida qeydkirin. Paşê di nav destan de digeriyan ew "play lîst"ên me.

Kurmanciya me bi saya wî qewîn dibû, jiber em li pêy mahna peyvan diketin. Çi ku kurdîya me têrê nedikir. Fêhmkirina gotinên wî bi hezar rêbazan bû. Yan bi nasîna hevalên devokên derdor û bajarê wî, yan hino hino hînbûna nivîs û xwendina kurdî, kovar, rojname û pirtûkên kurdî... Heke ji me gelekan îro zimanê xwe bipêşxistibe, bi saya gelek tiştan e lê ji stûnên banê zimanê me yên herî qewîn û stûr yek jê hezkirina ji wî ye.

Rojekê bavê min ji bo karekî xwe hatibû bajêr û daxilî mala me ya xwendekaran jî bûbû. Feqet wê kêliyê ez ne li mal bûm. Çawa ketibû salonê rastî wêneyê wî yê min bi qelemreşkê xêz kiribû hatibû. Ji pismaman pirsîbû, bê ka kê ev xêz kiriye. Bersiva wan ez bûm. Paşê bavê min gotibû "ma çima rokê yê min çênake? Êêê ma ew ê ji ku çêke? Qasî ji vîya hezdike ji min heznake!". Piştî ji min re qala vê monologa bavê min kirin, ez gelekî hizirîm. Ka gelo raste yan na? Bersiva min helbet "na" bû. Ji ber ko hezkirina merivan ya ji her kes û tiştî li gor dîyalektîka wan e û ne rast e meriv bide ber hev!

Yano, ji qewlê zimên, dêya zimên yek be jî, ew polîgamîk e û bavek jî jê carinan fenomenek e.

Wî li dûrî welêt navê xwe dikola, em li welêt dibûn mirovên bê derd.

Wî bangî dîlberê dikir, me xwe dida li ber xencerê.

Wî srûda bayê xerbî digot, em li Seydayê Gerok digeriyan.

Wî zerzeng dixiste serê dîlberên qeşeng, li ber behra wanê wêran em bûn.

Wî sî û sê gule direşand li çavên yên pişta dayikan dikire xerîte, em diçûn li gundan dida pêşîya keça ciwan.

Wî navê Emîna li keçan dikir em dibûn komek hestî.

Wî destana egîdan dixwend em wekî zarokekî ji nefsa hejîrekê bangî lê lê dayê dikir

Wî bi xezalan hezaran derd çêdikir, yên me dinyayê em ji xwe re dikuştin.

Wî bi şev û roj bi pêşmergeyan re bû yên me em bi canê re diçûn dîlanê.

Wî xewnên deryayan didît me yên pereyan.

Wî digot na! na! de bes e, me digot da min da min cohtên memkan wê da min.

Wî her û her ji me re got ê de welleh em ê jî pê re her û her bibêjin!


Nîşe: ev nivîs di şeveke pandemiyê de hate nivîsîn û ji çend malperan re hate şandin lê kesî qîma xwe pê neanî. Madem li vir lijne, sansûr û kontrolên beradayî tuneye, heqê wê li gora min ev der e.



06.02.2021 02:19 | hemdilaarda