Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brusk56

profîla "brusk56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [zimanê duyemîn yê gelê başûrê kurdistanê] de;

4. bi îhtîmalek mezin erebî ye. yanê ger bi gotina zimanê duyemîn, behsa zimanê piştî kurdî herî tê zanîn hatibe kirin, ev yek bi min erebî ye.

lê di nav ciwanan de îngîlîzî baş tê zanîn bi qasê ez dibînim. her sal xwendevanên beşa hemşîretiyê a li kurdistana başûr tên li nexweşxaneya zaningeha dîcleyê stajê bibînin. carekê min bi wan re axivî û tişta herî zêde jê gilîdar bûn ew bû ku digotin çima li vir not û tekstên we ne bi zimanê îngîlîzî ye. ji xwe kesên bikare bi wan têkiliyek baş dane hindik e li amedê. ne zimanê kurmancî baş tê zanîn ne jî îngîlîzî. rebenino hatine paytaxta kurdistanê, him bi kurdî him jî bi îngîlîzî dizanin lê hema bêje nedikarîn têkilî bi tu kesî re danin ..



06.06.2014 01:46 | brusk56