Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brusk56

profîla "brusk56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [jeux d'enfant] de;

1. filmekî ji aliyê yann samuell ê ve hatiye nivîsandin û derhêner kirin . di 2003 an de hatiye kişandin, ji imdbê 7.6 standiye .

navê filmê a kurdî hez bike ger tu biwêrî ye .

binnivîsa filmê ji hêla nivîskarê me azadixwaz ve hatiye wergerandin û ji wergerine.com ê dikare bê daxistin .

min îro derfet dît ku ez fîlmê temaşe bikim. min bi xwe zêde neeciband. ez bi hesanî ji filman hez nakim.piranî puanê ez didim ne bilind in, lê bi min ev fîlm jî zêde hatiye fişal kirin.

fîlm behsa zilamak û jinikek dike dike ku bi hev re mezin bûne . ji bo mînakek ku 2 mirovên ji hev hez dikin û hinekî jî dinok bin çi serpêhatî dikarin bijîn, xweş e .



***spoiler***



dawiya filmê ne eşkere ye . heçko derhêner xwestiye kî çi bixwaze wisa bifikire. yane him nîşan dide ku zilam û mêr di nav betonê de dimînin û him jî pîratiya wan nîşan dide . yanê em baweriya xwe ji kijanê bînin. mirin an nemirin hê jî nizanim . ger yekî tiştek jê derxîne bi min re jî an jî bi tirşikvanan re jî parve bike wê pir baş be . *



***spoiler***

ger wextê we yê vale hebe hûn dikarin guhdarî bikin.ne xerab e lê ne zêde baş e jî .



31.07.2013 01:31 | brusk56