Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brusk56

profîla "brusk56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kêmasiyên tirşikê] de;

99. Nivîskar e nivîs e xebat e.



05.03.2015 10:14 | brusk56

82. yên ku gav bi gav tên çareser kirin.

lê pirsgirêka mezin berbelavkirina tirşikê ye.

(bnr: ji bo berbelavtirkirina tirşikê pêşniyarên nivîskaran)



08.09.2014 13:10 | brusk56

74. mijarên cûda ne. weke hatî gotin di tirşikê de gelek mijar hene ku di derbarê wan de qet sernivîs nayê vekirin û tu kes jî naaxive. eslê xwe de ev ne pirsgirêka tirşikê tenê ye, pirsgirêka zimên bi xwe ye..



wisa li me hatiye ku dema em bi kurdî biaxivin, an divê em behsa siyasetê yanê behsa kurdistanê bikin an jî divê em behsa rewşa zimanê kurdî û kêm axaftina wê bikin. meseleyên din ji bo tirkî ne. gelek mijar hene ku tu caran bi kurdî nayên axaftin. elbet ên ku diaxivin hene lê piraniya me naaxive.

mesela werzîş. futbol, basketbol û beşên din ên werzîşê.

erotîzm. tu caran tu kes behsa spehitiya mankenekî an jî lîstikvanekî nake.

têkiliyên jin û mêran an jî keç û lawan nayê axaftin.

pêkenok hindik be jî heye.

teknolojî hindik e. lîstikên kombersê hema bêje tune ye. mijarên di derbarê telefonan pir kêm in.

dîrok tune bernameyên televîzyonê tune.



lê çi heye ; têra xwe siyaset, wêje, helbest, ziman, rêziman, mûzîk, sînema û hwd ..



15.08.2014 00:21 | brusk56

70. a herî mezin, mobîl versiyona tirşikê ye. lê xwedê hez bike ew ê jî di nav çend mehan de çareser bibe.

çavkanî ; îstîxbarata tirşikê



ji bo sernivîsa mayînde a formata tirşikê jî, ji xwe aniha li jor, di navbera "denageh" û "caps"ê de, vebijêrka formatê heye. dema mirov li wê derê ditikîne, diçe sernivîsa formata tirşikê.



18.06.2014 00:38 | brusk56

44. kêmasiyên ku wisa dikare were lîste kirin ;



1- pirsgirêka vekirina mijaran ; kêmasiyên tirşikê/34350

2- mobîl versiyon

3- pirsgirêka lîsteya mijaran (dema mirov dixwaze mijarên rûpela duyemîn bibîne, diçe rupela duh. divê mirov 4-5 caran biceribûne ji bo mijarên di rûpela duyemîn de bibîne) (bi ya min kêmasiya herî awerte ev e. ji ber ku êdî hema bêje her roj lîsteya mijaran dibe 2 an jî 3 rûpel.) "hat çareser kirin"

4- îstatîstîkên peyaman ( mirov nikare bibîne kîjan peyam çi qas reşşik û çi qas çeppik standiye. tabê ev taybetiyek ekstra ye lê qene divê mirov bikare peyamên zêde çeppik standî û zêde reşşik standî bibîne)



hingê kêmasiyên din hat bîra min ez ê vê pêyamê rojane bikim.



12.04.2014 01:00 | brusk56

37. lobiya reşşikan/31384



17.03.2014 00:02 | brusk56

21. tunebûna derfeta dîtina peyamên herî baş ê mehê ,ê roj an jî ê heftiyê .



06.10.2013 22:26 | brusk56