Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brusk56

profîla "brusk56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [16.11.2015 kampanyaya danasîna tirşikê a li twitterê] de;

21. ya ku qet baş derbas nebû. min qet wisa hêvî nedikir bi xwedê.

wê rojê weke min di peyama yekemîn de jî gotî, yyî ku tekî bêu kesî jê haydar bike, bi taga #navêfîlmanbitirşikêbiguherîne dest bi şandina tweetan kir û di cî de gelek kesên din jî despê kirin. lê vê carê ew bi xwe jî tune bû û ji xwe di nav nivîskarên tirşikê de jî beşdarbûn zêde zêde kêm bû. ê ji ber vê, hejmara tweetan gelek kêm bû. dîsa jî demekê hejmara mêvanan bûbû 110-120 di tirşikê de.



elbet dîsa jî hinek feyde da lê kampanyayek gelek baştir mimkun bû.



jêrenot : ferhenga şkestî jî ne li wir bû *



17.11.2015 11:50 | brusk56

16. kampanyaya ku despê kir. kerem kin ..



16.11.2015 21:01 | brusk56

13. kampanyaya ku xwedê hez bike wê îro di saet 21.00an de despê bike. gelê tirşikvanino di navbera 21 û 22 an de soz nedin tu kesî.

bila herkes li wir be em ê erd û ezman bihejînin.

wextê kampanyayê de, belkî di hejmara kesên online de jî rekora van demên dawî bê şkênandin. wisa hêvî dikim.



16.11.2015 13:43 | brusk56

10. kampanyaya ku divê bi beşdarbûna hemû tirşikvanan pêk were. belkî em bikevin ttyê jî.

henek nakim ger em bi taga #navêfîlmanbitirşikêbiguherîne çêkin, heye ku em bikevin di lîsteya ttyê de.

tirşikvanên ku hesabên wan ê twitterê tune ye, bila ji xwe re yekî vekin ma gelek zehmet e * hey nexwe ez ê hesabekî xwe bidim wan ê min pir in ji xwe *



14.11.2015 12:31 | brusk56

6. kampanyaya ku ger bi tagek balkêş be wê gelek zêdetir beşdarvan çêbe. rast e wê hin kes meselê fêm nekin. lê em tirşikvan, yên ji meselê yanê ji niyetê haydar, di tweetên xwe de tirsik.net jî binivîsin wê pirsgirêk çareser bibe bi min.

ji ber ku wê şevê me bi hevalekî bi taga #navêfîlmanbitirşikêbiguherîne ê nivîsand û di cî de gelek kesan piştgirî da tagê.

hevalên din çi difikirin nizanim lê heçko wê taga #navêfîlmanbitirşikêbiguherîne baştir be ..



12.11.2015 00:05 | brusk56

1. kampanyaya ku roja duşemê, di saet 21.00 an de dixwazim çêbe. ger hûn ne mûsaît bin û bixwazin dîrok an jî saet bigûhere, bêjin em dikarin wext bigûherînin, ji ber ku çi qas kes di wê demê de li wir be ew qas baş e.



vê carê wê konsepta me hinek cûda be. kampanyayên berê de me tenê ji bo danasîna tirşikê tweetan dişand û dawiyê de jî taga #tirsiknet ê bikardianî. lê vê carê em ê tageke din bikarbînî ; #navêfîlmanbitirşikêbiguherîne

ev tag zêdetir balê dikşîne û lewma kes beşdar dibe. ev fikra @hhrojhelat bû ku duh şev di twitterê de, bi pêşengiya wî me hinek tweet şandin û di cî de gelek kesên biyanî jî başdar bûn.



em navê derhênerê filmê dinivîsin û dûre navê filmê bi tirşikê digûherînin. weke mînak "behmen qubadî, dema tirşikê serxweş"



lê duh tiştek bala min kişand. dema em tenê taga #navêfîlmanbitirşikêbiguherîne bikartînin hin kes dibêje qey ev tenê lîstikek e. yên ku haya wan ji tirsik.net ê tune ye fêm nakin meselê. lewma em di hinek tweetan de behsa tirsik.net ê bikin an jî di tweetên xwe de lînka tirsik.net ê jî bikarabînin wê gelek baştir be.



û ji simurg56 dixwazim ku ev mijar bibe mijara mayînde heta roja kampanyayê..



11.11.2015 13:00 | brusk56