Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brusk56

profîla "brusk56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [idiocracy] de;

3. fîlma ku bi îdîayek wisa hatiye girtin.

mirovên ne jîr in zêde zarok çêdikin, yên jîr û xwediyê IQya bilind jî hindik çêdikin lewma mirovatî hingî diçe bêaqil dibe. lê ev yek ji binî ve xelet e.

yên ku hnidik zarok çêdikin ne kesên biaqil in. yên dewlemend û xwendî ne hindik zarokan çêdikin. ger wisa bûya ew mirovên 8-9 bira çawa dikarin bibin her tişt. heta belkî IQya kesên xwediyê pir xwişk û bira, ji yên 1-2 xwiş û bira zêdetir be jî. yanê ev hipotez ne rast e.



19.11.2015 22:11 | brusk56

1. fîlmeke mike judge e ku di sala 2006an de hatiye girtin.

fîlmek pir kurt e, tenê 84 xulek e. lê bi xwedê ew jî zehf e jê re.

fîlm li ser vê mantiqê hatiye çêkirin. ji ber ku mirovên ne biaqil bin an jî ne jîr bin zêde zarokan çêdikin, IQ'ya mirovan hingî diçe hindik dibe û mirovatî êdî nikare pirsgirêkên xwe yên sereke jî çareser bike. ji xwe weke hûn dibînin bingeh bi xwe gelek bêmantiq e. min got temam fîlmeke komîk e, ne hewce ye her tişt bimantiq be lê na ev fîlm zêde tewşomewşo ye. eyn wek fîlmên şafak sezer, maskeli beşler, felan e.

gelek spasiyên xwe ji derhênerê fîlmê re dişînim ku fîlm kurt çêkiriye û îşkenceya me jî zû xelas kiriye.

puana min jê re : 64



18.11.2015 23:14 | brusk56