Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brusk56

profîla "brusk56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [qejmeriyên gramerî] de;

3. sernivîsa ku serhildanek e li hember heval akademîkan. %100 beşdar dibim van fikran. ji ber van kesan êdî xel ditirse bi kurdî biaxive an jî binivîse. yanê dema kesek bi kurdî axivî an jî bi kurdî tiştek nivîsand, mesele di cî de dizivire ser rêziman û peyvên cûda ên hereman.

divê em hinekî xeletiyên xwe qebûl bikin. axaftinekî baş, zanina peyvên cûda jî giring e. ew kesê ku bi kurdiya xwe dikare hemû fikrên xwe bi hesanî bîne ziman, ji kesê tenê gramerek baş dizane gelek çêtir e.



li ser twitterê tembûrxwaz heye. qet li gramerê felan nanêre şûna peyvê nizane, peyvek tirkî bikartîne yanê tirkmancî diaxive. lê bi kurdî henekan dike û dide kenandin. ger em bi vî zimanî tenê, gramer û meseleyên cidî weke siyasetê biaxivin, em nikarin vî zimanî bi xelkê bidî axaftin. divê hin kes derkeve bikute rêziman û bi kurdiyek e xerab henekan bike. wê demê wê ev ziman bibe alternatîfek..



20.11.2015 00:41 | brusk56