Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brusk56

profîla "brusk56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bûyerên ecêb yên li malên xwendekaran] de;

3. bûyerên ku yek ji wan wisa ye ;

rojekê ji rojên beriya ezmuna stajekî, ez li malê tenê dimam û ji ber ku pir dişixuliyam min ne dixwest taştê amade bikim û bi wê wext wenda bikim . dîsa rojek wisa de, ez şiyar bûm û bi pisqilêta xwe derketim da biçim tost bistînim û bînim malê bi çayê vexwim. çûm min tost stand û hatim malê, min hew nêrî mifte ne ba min e. cem min ne telefona destan heye, ne jî dizanim hevalê min ê malê li kudera bajêr e. li hundir çay li ser êgir e û teqez hewce ye ez dersa xwe bişixulim. wisa bêçare hinek sekinîm û paşê min her tiştî da ber çavê xwe û çûm li aliyê din ê malê hewl da darkevim ser balkona xanî ê ku qeta 2emîn de ye. axîrê bi hewldanek ne dirêj, ez wek dizekî ketim mala xwe û min xwe ji vî belayî xelas kir. qaşo sîteya ku xaniyê me lê jî ji aliyê ewlekariyê 24 saetan tê guhdarî kirin û parastin, bawerke ew jî hê di xew de bûn ..



24.08.2013 13:15 | brusk56