Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brusk56

profîla "brusk56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [brusk56] de;

84. Ê ku wê piştî nîv saetan teslîm bibe û dest bi leskeriyê bike.
Bi xatirê te tirşik.



07.01.2020 15:27 | brusk56

75. nivîskarê ku ji bo ku ajansên nûçeyan di derbarê tirsik.net ê de nûçe çêke, peyamek bi kurdî û tirkî amade kir û şand rudaw.net, kurdistan24.net, nerinaazad.com,radikal.com.tr, trtnûçe, xebatnews, yuksekovahaber, azadiyawelat, imctv, zaphaber, sputnik kurdistan, kurdistan24.org, rojevakurdistan.org.



ez peyamên ku min şand, li vir parve dikim. ger hûn bixwazin hûn jî dikarin hinek malperan re bişînin an jî belkî nasê we hebe, rojnamevan felan.



peyama bi kurdî ;

merheba rudaw !

ez vê peyamê weke nivîskarekî tirsik.net'ê dişîninim.

tirsik.net yekemîn ferhenga înteraktîf a bi kurdî ye. ji aliyê bijişkekî ve hatiye saz kirin ku ew bi xwe jî di malperê de bi nicka simurg56 dinivîse.

ev malper beriya du sal û nîvan dest bi weşanê kir. heta niha zêdetirî hezar kes lê bûne nivîskar û her roj bi sedan peyamên nû tên nivîsandin.

malpera ku tirsik.net'ê di nav xwe de, beşa sînemayê, beşa pirtûkan, beşa caps û karikatoran û radyoyê jî dihewîne.



bi ya min, tirsik.net ji ber ku tekane malpera kurdî ya bi vî rengî ye, hêja ye ku bibe mijara nûçeyek di rudaw.net'ê de.



ger hûn bixwazin nûçeyek biweşînin di derbarê tirsik.net'ê de, ji bo standina agahiyên berfirehtir an jî çêkirina hevpeyvînanan, hûn dikarî peyamek bişînî moderatorên tirsik.net'ê. an jî rasterast vê mailê bibersivînin ez ê bikarim we bigihînim wan ..



gelek spas. dembaş.





peyama bi tirkî ;

merhaba xebatnews !

size bu mesaji tirsik.net in bir yazari olarak gonderiyorm. tirsik.net ilk kurtce interaktif sozluk. yaklaşik 2,5 yil onca acildi. siteyi açan kişi sitede simurg56 nicki ile yazan bir genel cerrahi uzmani.

siteye şimdiye kadar binden fazla kişi uye olup yazarlik aldi. sitede ayni zamanda film tanitimi, kitap tanitimi ve caps-karikatur, radyo bolumleri var ki radyo dişindakilerin bir başka kurtçe alternatifleri yok.

bu bakimdan tirsik.net in bir haberinize konu olacak degeri tasidigini dusunuyorum. daha fazla bilgi almak icin tirsik.net teki moderatorlere veya biraktigim mail adresine mesaj atabilirsiniz.

teşekkur eder iyi çalişmalar dilerim ..



10.11.2015 15:12 | brusk56

73. Nivîskarê tirsikê yê ku beşdarî tusê bûye û xwedê hez bike wê di demek kurt de vegere tirsikê..

Coming soon *



24.09.2015 19:44 | brusk56

62. Nivîskarê ku xwezî bi qasê ku nanivîse, bikariba ders bixebite * ji ber karên interntiyê, ji ber hevalên ku bela xwe ji mirov bernadin û ji ber mamosteyan, bi zorî dikare wext bibîne bixebite.

Lê dîsa jî ji paşerojê hêvîdar e.



21.05.2015 22:26 | brusk56

58. nivîskarê ku tu caran negotiye "divê êdî em qebûl bikin ku em û tirk em mecbûr in bi hev re bijîn" û ji vê gotinê jî qet hez nake.

mirov bi quna xwe jî bixwîne nikare ji tu peyamên vî nivîskarî vê wateyê derxîne. encaaaax mirov dikare ji quna xwe derxîne..



05.04.2015 09:19 | brusk56

49. yê ku ji ber amedekariya ezmûna tusê , nikare zêde binivîse. herdem peyaman dixwîne, lê mixabin têketin û nivîsandin zehmet e. dîsa jî, bi qasê ku ji dest hat wê binivîse û dixwaze herkes sedema dûr ketine bizane.



16.01.2015 14:54 | brusk56

43. nivîskarê ku têra xwe pirtûk xwendiye bila tu kes meraq neke û herdû pirtûkên hatî behsê kirin jî nexwendiye.



ji siyasetê fêm kirin li gor kîjan esasê tê diyar kirin min wê fêm nekir. yê ku aligirê pkkê be, ji siyasetê fêm nake, yê ku dijber û dijminê pkkê be ji siyasetê fêm dike an ? an jî, yên ku wek min in ji siyasetê fêm dikin, yên ne wek min in ji siyasetê fêm nakin. eferim ..



tişta ez herî jê nefret dikim ew e ku, herkesê ku dema 2-3 rexneyan li pkkê dike xwe weke rewşenbîrekî kurd dibîne. dema yekî bê û bersiva wan bide jî, zora wan diçe, wan bi nezanînê tewanbar dike felan. yanê hûn çi gû ne, we çi rexne li çi aniye ku hûn zane bûne, em nezan mane ?

gotina nezanînê zora min naçe, elbet tiştên ku ez nizanim jî hene û meseleyên ez tê de ne bes im, ne zane me jî hene. ji ber van meseleyan yekî dikare were bêje tu nezanî felan. lê wê demê mirov yê li hemberê xwe û şîrove û gotinên wî ên di heman meseleyê de dinêre. şîroveyên ku ji ên medyayê tirkan ne baştir û ne rasttir derdikevin pêşberî mirov.

neyse, hê gelek gotinên min hene lê naxwazim dirêj bikim. ne ew qas giring e.



(bnr: ez bersiva te nadim, here 5 pirtûk din jî bixwîne paşê)

(bnr: pir nezan î, xwezî tu bimira)

(bnr: rewşenbîriya ku bi dijminatiya pkkê tê)

(bnr: ez ji herkesî cûda me, ez wek herkesî nafikirim)



18.06.2014 11:43 | brusk56

23. nivîskarê ku wê heta 17ê mehê, ji ber ezmûna xwe nekare binivîse. binivîse jî tek tûk ..



09.02.2014 00:36 | brusk56

6. navîskarê ku dixwaze Ji Raya Giştî Re bibêje ku ji ber ku sernivîsa hakparê weke hüdapar xwendiye, vê peyamê(/13662) xelete li ser sernîsa hakparê nivîsiye ye .

min niha rast kir. lê yên xwendî jî bila bizanin *



23.10.2013 00:08 | brusk56

5. nivîskarê ku di peyamdanka xwe de nikare peyamek nû bibîne ye *



27.07.2013 22:36 | brusk56

1. nivîskarê duyemîn yê ferhengê



02.06.2013 04:21 | brusk56