Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brusk56

profîla "brusk56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rudaw tv] de;

42. qenala ku spîkerên kevin ên roj tv, dilbixwîn dara û hêvîdar zana standiye û nûçeyan li wan dide pêşkêş kirin. herdû jî ew qas xweşik diaxive ku mirov ji kurmanciyê hez dike. herdû jî, ne ji mehmet ali birand ê rehmetî an jî ji banu guven ne kêmtir e. axaftina wan gelek herîkbar e.



lê divê rudaw dev ji tirkiyê berde. ma te ji xwel meseleyên tirkan e. qey kurdistana başûr eyaletekî tirkiyê ye.

mesela, bernameyekî wan heye. li stenbolê tê çêkirin. keçika spîker rojnameyên tirkan dixwîne û piştre jî dîmenên stenbolê diherike felan. wê rojê min bir ser rudaw'e û min hew nêrî keçik rojnameya tirkiyeyê dixwîne. yanê bi min ev ne tiştek rast e. bila ferka wan ji trt6ê hebe. ji xwe gelê kurdistana başûr zêde evîndarê tirkan e, bi vî awayî zêdetir jî dibe.



22.06.2014 11:12 | brusk56

34. televîzyona rexneyên amed dîcle heq kiriye ye.

wê rojê min guhdarî nûçeyên derbarê rojavayê de dikir. nûçeyek derket di vê qenalê de ku ez gelek aciz kirim.

2 keç tevlî ypgê kiribû û rudawê vê nûçeyê weke "2 keç ji aliyê ypgê ve hat revandin" da. paşê çima venexwendina kurdan a li cenev-2ê qewimî û nizanim çi . ji ber ku hûn gelek welatparêz û gelek yekîtîhez û gelek kurdistanî ne lewma



20.01.2014 14:18 | brusk56

18. televizyona ku di ser turksatê de jî êdî weşanê dike.

televîzyonêk gelekî bi qalîte ye û gelek profesyonel e. weşana wî hd ye.

îro min di vê qenalê de guhdarî bernameyek di derbarê rojavayê kurdistanê de kir. 6-7 kes nivîskar-siyasetmedar û hwd hatibûn. bi zimanekî xweşik guftûgoyên gelek xweşik dikirin. mirov dikare bi saetan guhdarî vê qenalê bike



22.11.2013 00:51 | brusk56