Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brusk56

profîla "brusk56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [letgo] de;

2. sepanek ji bo firotin an jî kirîna tiştên kevin in.

min duh telefonek jê kirî. yekê îlanek danîbû ser. beriya 4 saetan îlanê danîbû ser. min peyam avêt, me li hev kir û piştî saetek din, ez çûm û min telefon stand.

min ji bo telefonê 850 tl dayê. ger wê biriba ba firoşgerê, herî zêde wê 600 tl bidayê. ez biçûyama ji firoşgerê min bistanda, wê herî kêm 1000 tl bixwesta. bi vî awayî him yê difroşe, him jî yê distîne kar dike.

lê hinek jî hene, nizanim malê wan gelek gelek ber dilê wan xweşik e bawerke. min gelek îlan dîtin ku, ji sifirê wan zêdetir pere dixwaze. ji wan re jî peyam bişînin, tinazê xwe bi wan bikin; gelek biheng e *



23.05.2020 23:02 | brusk56