Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brusk56

profîla "brusk56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [amed] de;

103. bajarê ku aniha herkesê ku lê dijî li ser whatsapp'ê rewşa xwe kiriye wêneyên berfê *



13.02.2020 00:19 | brusk56

99. bajarê ku di 24'ê avrêlê de hê sar e. bawerke wê îsal havîn neyê.



24.04.2019 23:47 | brusk56

84. Bajarê ku bi rastî jî tê de tu xaniyên bo kirê nemaye. Ez jî vaye heftiyek e xanî digerim lê mixabin fiyetê wan bûye 2 qet dîsa û bi vî halî jî nayê peyda kirin..



04.08.2016 09:41 | brusk56

69. bajarê ku vaye 2 roj e berfek ecêb dibare. hindik caran ev qas berf bariye bawerke. lê bi xwedê dema berf dibare bajar gelek xweşik dibe.(ev rewş bawerke bo hemÛ bajaran derbasdar e)

lê berf nebû sedem ku şerê li sûrê, hinek bisekine. dengê topan hê jî dewam e û beriya 3-4 saetan bombeyek teqiya, polêsek mir û yek jî aniha di ameliyatê de ye ..



01.01.2016 15:22 | brusk56

68. bajarê ku îro 2 ciwanên kurd lê hat kuştin. binêrin di tirşikê de, qene sernivîseke jî nehatiye vekirin di derberê de.

em dibêjin 2 kes miriye lê ev tenê ên em dizanin in. dema endamên ydg-h'ê birîndar dibin, ji xwe ambulans jî naxwazin. bixwazin jî 112ya amedê nikare ji wan re bişÎne ji ber ku polês destûr nade.

bi xwedê dilê me diperite. îro keçeke kurd, bi çekekê qada şêx said Û dema polês wê digere çeka xwe derdixe Û wan dide ber gukeyan. di dÎmenan de heye heçko gule berdide ser gel jÎ. armanc çi ye çi dike tu kes nizane.

li qada şêx said îro çalakiyek hebû qaşo. çûye li wir di nav ew qas sîvÎlan de gule berdide polês. nekariye yek tenê jî bikuje Û ew bi xwe jî miriye. yanê ev çi bÛ niha ?



03.12.2015 04:30 | brusk56

63. navê ku zora erdogan çûye û îro di weşana xwe ya li ser televîzyonekê de gotiye "jê re dibêjin amed, amed çiye yaw?" .

zanîna vê yekê baş bû. weke zora te diçe em ê herdem jê re bêjin amed. diyarbekir xelas bû bo me *



30.10.2015 23:48 | brusk56

62. Bajarê ku piştî 2-3 mehan dîsa lê vegeriyam.

Her tişt wek berê ye lê tişta ku bala min kişand, heçko gel welatparêztir bûye. Erê amed berê jî welatparêz bû lê heçko êdî herkes hdpî herkes pkkî. An jî ew rasta min tên.



06.10.2015 20:54 | brusk56

59. bajarê ku min 6 salan lê zaningehê xwend. vaye mehek e min zaningeh xelas kir û ez ji amedê veqetiyam. bi rastî min gelek bêriyê kir.

wê cihê vî bajarî herdem cûda be bo min ..



13.08.2015 20:50 | brusk56

54. Bajarê ku ez ê di nav 2-3 rojan de biterikînim. Min qet texmîn nedikiri ku ez ê wisa xemgîn bibim. Tabê xemgînî ne tenê ya terikandina amedê ye. Xelasbûna zaningehê, ji hevalan veqetandin wele pir zor e..

Wê cihê amedê her û her cûda be bo min. Ez herim li welatekî din li gerdûnekî din jî bijîm, ez ê rojên xwe yên li vir ji bîr nekim *



03.07.2015 10:59 | brusk56

38. bajarek xweş e lê derdê gelê wê nayê kişandin. yanê li min biborin lê gelê amedê gelek serhişk e. herdem amade ye şer bike pevçûn bike.

ez bawer nakim ku tu bajarê din ê kurdistan û tirkiyê wisa be. yaw tu kes nizane weke mirovan bi xelkê re biaxive. mesela rîca kirin felan qet tune ye. bi tirkiyekî xerab û bi şêweyekî hişk diaxivin. piranî caran ji bo pevçûnê sedenek pir biçûk bes e.

bila amedî dilê xwe nehêlin lê min tu derî mirovên wisa nedîtine. yên baş tune ne ? elbet hene. vaye heftiyek e ez li polîklînîkê dixebitim. mirovên gelek baş, nazik û dinyadîtî jî hene lê hindik in.



6 sal e li amedê dijîm. min vê fêm kir. kurd nizanin bi hevûdû re biaxivin, amedê qet nizanin.



25.10.2014 00:26 | brusk56

37. bajarê ku di van salên dawî de, tibabekî razan* standiye. belkî hinek jî xêra pêvajoya çareseriyê li amedê gelek proje û razanên mezin despê kirin.

hinek projeyên nû ên tê çêkirin û xelas bûyî li amedê ;

(bnr: ceylan karavil park)

(bnr: big chefs amed)

(bnr: a plus seyran)

(bnr: arsemia diyarbakir residance)

(bnr: helînamin tesîsa germav û tendurîstiyê)

(bnr: diyarbakir forum)

(bnr: balefirgeha navnetewÎ a amedÊ)

(bnr: stada nû a li amedê a bi 33000 kes kapasîte)

(bnr: zaningeha selahaddîn eyyubî)

(bnr: otêla hilton garden inn amed)



20.06.2014 16:16 | brusk56

29. bajarê ku ji ber roja jinan îro, ji jinan re otobûs belaş e .

de hayde siwar bibin otobûsan û di nav bajêr de bigerin *



08.03.2014 12:04 | brusk56

9. paytext û bajarê herî xweşik ê kurdistanê ye.

bi bircên xwe,mizgeft û dêrên xwe dîrok e .

bi mirovên xwe yê welatparêz, bi gerîllayên xwe ku em bi wan serbilindin û bi newroza xwe navenda berxwedanê ye.

bi sînema, şano, muzîk, pêşangeh û mîhrîcanên xwe navenda çanda kurdistanê ye .

her wiha kesên dibêjin ji bilî nav tiştek tune ye pêştir çi dixwaze nizanim ...



07.07.2013 15:10 | brusk56