Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brusk56

profîla "brusk56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tirsik.net vs twitter.com] de;

2. elbet twitter popûlertir e. heta ji bo kurdî jî li twitterê zêdetir kes heye.
lê ya li twitter'ê derbasdar e. tiştên ku mirov li wir dinivîse diherike diçe. piştî 3-4 roj ser re derbas bû tu evdê xwedê nayê naxwîne.

lê li vir li tirşikê her tişt mayînde ye. ew nivîsa te li vir nivîsandî, piştî 7 salan derdikeve pêşberî te. an jî yekî di derbarê wê entryê de peyamek dişîne ji te re.
li vir her tişt berhev dibe û dibe çavkaniyek bêhempa.

weke mînak tu dixwazî pirtûkek bixwînî an jî fîlmek temaşe bikî; di derbarê van berheman de, bi zimanê xwe, encax dikarî werî li tirşikê şîroveyan bixwînî. gelek pirtûkên kurdî, li vir hatine şîrovekirin.
dilê kurd û kurdî li tirşikê dike gupegup. aha ji bo kampanyaya danasîna tirşikê sloganek derket asdbdbnednmr.
(bnr: sloganên ji bo danasîna tirşikê)



29.04.2020 12:05 ~12:05 | brusk56