Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brusk56

profîla "brusk56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ceso] de;

85. nivîskarê ku cara dawî beriya 4 rojan têketinê kiriye. yanê min bersiva pirsa xwe ya di peyama li jor da.
dembaş. gelek spas.



30.11.2019 21:46 | brusk56

84. yek ji efsaneyên tirşikê ye.
gelo niha çi dike. çi dixwe û çi vedixwe. bi kê re dikene. dema sibehî rabû, kî wî dibîne.
di vê navberê de haya wî ji vejîna tirşikê heye ?



30.11.2019 21:44 | brusk56

60. nivîskarê ku wey wey wey qey tu dihat van deran yaw *

me bêriya te kiribû. gelek kêfxweş bûm hatina te ya îşev .



30.10.2015 02:20 | brusk56

29. nivîskarê ku ez gelek xemgîn bûm bi rewşa wî. ,

heqqet li dewletek wek tirkiyê ku mirov nikare sîvîl bijî ji ber xerabiya hemû tiştî, li leşkeriyê xwedê zane çi qas tişt hene ku zora mirov diçe lê divê dengê xwe neke..



neyse qene bila ji me re bîranînên xwe yên leşkeriyê binivîse .

(bnr: bîranînên leşkeriyê)



nîşe ; ji kerema xwe re bila bi bazuka û çekên din ên mezin wêneyê xwe nekşîne û danene li ser facebookê * heta bila bi cilên leşkerên tirk xwe li tu kesî re nîşan nede ..



21.11.2014 17:50 | brusk56

27. bi vê peyama xwe me wê qûnê dîtiye/42722 , him biwêjek hînî min kiriye û him jî ez kenandime **



17.06.2014 13:15 | brusk56

26. nivîskarê ku bi vê peyama xwe 20.04.2014 civîna nivîskarên tirşikê ya li stembolê/35904 , ez kelogirî kirime *

keda te sax be. her hebe heval *



21.04.2014 21:11 | brusk56

24. ew nivîskarê ku, ez gelek ji şêweya nivîsên wî hez dikim e.

him zêde ne fermî ye, henekan jî dike di nav peyamên xwe de û him jî bi zimanekî zelal dinivîse.

ger tu bikarî xwe klon bikî wê gelek baş bûya. an jî bang bike 2-3 hevalên xwe yên wek te bila bên *



17.04.2014 00:01 | brusk56

23. nivîskarê ku "oo bi xêr hatî" ye *

piştî demekî pirr dirêj navê wî dibînim. yek ji kedkarê kevin ê tirşikê ye. bawerke ewsaneya kevin vegeriyaye .



05.04.2014 00:36 | brusk56

15. nivîskarê ku ger navnîşana xwe ya twitterê ji raya giştî re eşkere bike, ez jî dixwazim bişopînim e .

kerem ke li vir binivîse ; hesabên twitterê ên niviskaran



20.12.2013 00:06 | brusk56

8. nivîskarê ku gelek bikeyf dixwînim û dişopînim .



19.11.2013 00:05 | brusk56

5. nivîskarê ku piştî bihistiye tirşik xwediyê formatekî ye, * peyamên xwe yên kevin rast dike .

bêhenek, xwedê jê razî be gelek ked dide tirşikê û nivîsên xweş dinivîse. ji xwendina wî dilşa me



22.10.2013 00:01 | brusk56