Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brusk56

profîla "brusk56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [gastroenterît] de;

2. nexweşiya ku vaye 2-3 roj e ketime ye .

diverişim, dilê min li hev dikeve, emelê min tê . heta wisa ye ku defekasyona min bûye eynî wek mîksîyonê. heçko narîm lê dimîzim. ji xwe beriya demekê kurt de dîsa nexweş ketibûm. dema min vê nexweşiyê jî girt bi tevahî ji jiyanê sar bûm. nexweşî çi qas nexweş e.

elbet di nav sedema nexweşbûna min de, stres, bêxewî, xwarina bênîzam jî heye. carinan hindik xwarin dixwim carinan zêde zêde dixwim * . carinan rojekê de 2-3 saetan radizêm û roja din diçim dibistanê ezmûnê û heta êvarê tu tişt naxwim. dema stresa ezmûn û stajan jî ket ser êdî zik û roviyên min serê xwe hilanîn. ê eslê xwe de ew jî mafdar in. ew jî spî heta êvarê ji bo min dişixulin. ez kurîşek pere nadim wan û ez ev qas ne baş jî li wan dinêrim. niha ew jî tola xwe hiltînin.. ji we lêborîna xwe dixwazim rovî û zikê min. min efû bikin ... ez gelek poşman im .



nîşe ; ji bo ku min karî ev qas agahiyên berfireh ên derbarê vê nexweşiyê de, bi zimanê xwe bibînim, bi rastî mam ecêbmayî. demek tirşik bi rastî kêr tiştan tê. spas tirşik



28.11.2013 01:53 | brusk56