Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brusk56

profîla "brusk56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [alînegirtina admînên tirşikê] de;

2. tiştek rast e .

yanê ji xwe bûna aligirê partî û ol û kesan, tiştek gelek normal e. him ji bo nivîskaran him jî ji bo maderatoran. ger di nav format û qaîdeyên tirşikê de be. dawiyê de her nivîskar çi moderator çi admîn çi nivîskar, dikare her tiştî binivîse.

ger moderatorekî li gor fikr û baweriyên xwe, peyaman jê biribe, an jî nivîskaran qedexe kiribe, ev yek elbet divê bê rexnekirin. lê ji ber ku moderatorek li gor fikr û ramanên xwe yên siyasî tiştek nivÎsandiye nikare were sÛncdar kirin. ma çi kêmasiya moderatoran ji nivîskaran heye *

û di vê navberê de hewce ye bê zanîn ku her moderator xwediyê fikrên cûda ne. heta carinan di bin hinek sernivîsaN DE Nikaş jî kirine. lê ji ber ku erka moderatoriyê û bûna nıvîskarekî ji rêze ji hev cuda ne, ev yek tu caran nebû pirsgirêk.

wextê xwe de hinek kesan ji ber fikrên siyasî ên endazer, gotin bila moderator endazer were guhertin , lê min wî çaxî jî got na, ne rast e kî çi bixwaze bila binivÎse, tenê bila di nav qural û qaîdeyan de bin .



nÎŞE ; min di derbarê hakparê de tiştek wisa nivîsandibû, lê paşê min ferk kir ku min xelet fêm kiriye. lewma min peyama xwe paqij kir û min vê peyamê nivîsandibû brusk56/13666



04.12.2013 16:07 | brusk56