Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brusk56

profîla "brusk56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ekşi sözlük] de;

91. a ku hatiye teqandin.
hukmatê salên dawî de, gelek trollên xwe xistibû di nav ferhanga ekşî de û rêvebirên ekşiyê jî qet deng nedikir. lê dîsa JÎ dilê wan germ nebûye gotine em bigrin. ji xwe her tişt di destê wan de ne. bê minet e.



23.02.2023 00:12 | brusk56

63. van salên dawî, îcarî ji rêzê derketin. heta êvarê dijûnan li kurdan dikin. dijûn kirina nijada kurdan serbest e û yek ji tiştên herî popûler e.

îro sernivîsek ji bo kayyumên ji şaredariyên hdp'ê re hatî rêkirin vekirine.
bi awayekî ecêb hema bêje hemû vê yekê weke bêheqî dîtiye. dîsa jî hêvî dikim, di demek kurt de kayyum ji stenbol û îzmîr û enqerê re jî bişînin.



16.05.2020 12:51 | brusk56

52. ferhenga ku, di sernivîsa maça fb û gs'ê de, heta niha 4 hezar û 200 peyam hatiye nivîsandin.
di mehekê de bi tevahî ev qas peyam di tirşîkê de nayê nivîsandin.



23.02.2020 22:44 | brusk56

50. ferhenga ku hingî diçe, karakterê xwe wenda dike.
rêjeya nivîsên hêjayê xwedinê gelek kêm dibin. ji xeynî wê jî, piştî gelek nivîskar hatin standin, tijî troll bûye.
carinan nivîskarê peyamên eletewş dinêrim, bi piranî nû bûne endam û heta êvarê propagandaya akp'ê û ola îslamê dikin.



15.02.2020 12:38 | brusk56

49. bi rastî jî qalîteya xwe ya berê wenda kiriye.
berê jî faşîst bûn di meseleya kurdan de lê qene hinek zana bûn, dikarîbûn di meseleya kurdan de du hevokan saz bikin. aniha enrtyÊn wan bi piranî weke sloganan e.

dîsa jî qadeke gelek gelek bibandor e.
ji aliyê hemû kesan ve tê şopandin. meseleyek dema li wir dibe rojev, dikeve rojeva tirkiyê.



26.11.2019 00:23 | brusk56

41. ferhenga ku êdî tama berê nade. ji xwe hemÛ nivîskar jî vê dibêjin. format mormat nema ye ji xwe. qalîteya entryan jî gelek ketiye. mirov tenê li dirêjahiya entryan binêre ferqa berê Û niha derdikeve holê.



28.12.2017 23:49 | brusk56

33. Malpera ku bikarhinerên wê piranî aligirê chpê ne. Tê de kurd jî ne hindik in.

Beriyanher hilbijartinê nivîskarên ekşiyê li hev dinêrin dibêjin qey tirkiye hemû wek eksisozlukê ye. Paşê tu li texmînên wan dinêrî, chp %29-31 akp %38-39. Encam: di her hilbijartinê de hûsran, girî, dijûn li gelê tirkiye felan *



31.10.2015 09:35 | brusk56

22. ferhenga ku pergala xwe guherandiye, mirov êdî têketinê neke, nikare peyamên îro bixwîne. gelek kes ji vê rewşê gilîdar e. divê em vê firsendê baş binirxînin û ji elşiyê derbas bibin û di rêza ferhengên înteraktîf de bibin yekemîn .. haydê hevalno !



27.07.2014 22:15 | brusk56

21. ferhenga ku yekî di bin sernivîsa tirsik.net ê de yekî wisa nivîsandiye ;



geç haberdar olduğum ancak varlığıyla beni mutlu eden sözlük.



wêrek be heval.. heta kengî tê ji zimanê xwe dûr biminî.. ne bêje siba, du siba, sê siba.. hima îro.. hima vê gavê bikeve malpera tirşikê dest pê bike.. tu çikas dizanî.. çi ji te tê.. divê tu ji dest bavêjî vî barî da li hevalên di sivik be.. nesekine/neraweste..



insanın anadilini bilmemesi ne kadar ayıp. bilip yazmaması ne kadar tuhaf. yazıp tirşik'te bulunmaması ne kadar yanlış.



25.06.2014 20:21 | brusk56

11. ferhenga ku ji her derê wê nijadperestî diherike ye. tê de tijî kurê kerê, faşîst, bîjî, bêşeref, û dêqehp heye.

xwedê kirî tirşik heye.

moderasyon destûr dide peyamên wisa ;

https://eksisozluk.com/entry/39994027



30.01.2014 00:30 | brusk56

6. ferhenga ku raqîbê herî mezin ê tirşikê ye



20.08.2013 22:00 | brusk56

5. platforma ku kesên endam, xwediyê IQ yek hinek ji navîniya gel zêdetir e .



tijî ateîst,faşîst,kemalîst e .



09.07.2013 11:58 | brusk56