Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brusk56

profîla "brusk56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [terikandina kurdistanê] de;

1. tişta ku çi qas ji ber zext û zoriya dewletê, hatibe kirin, ew qas jî ji ber sedemên din hatiye kirin.

qesta min ne sedemên aborî û hwd. ne . ez behsa kesên ku hal û wextê wan di cihê xwe de ne dikim. yanê behsa kesên dewlemend û pergî zordariya dewletê nehatî dikim. ew çima diçin.

ji ber ku ji welatê xwe hez nakin an jî hez dikin lê dixwazin li bajarên xweşiktir bijîn. erê elbet ev mafê wan e lê ez bi xwe rast nabînim. ji ber ku her çûyîn û her terikandin hinek din li wî welatî dide wendakirin.

her tiştî li dû xwe hiştin û ber bi welatên pêşketî ve çûyîn, ji rastiyê revîn e. hewce ye mirov xwe, ji gelê jê derketî mezintir nebÎne û di afirandina welatekî xweştir û spehîtir de cihê xwe bigire.



02.01.2014 15:47 | brusk56