Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brusk56

profîla "brusk56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [diziya mijaran ji ferhengên din] de;

6. tişta ku gelek normal e. tişta ku tê gotin hatiye dizîn mijar e mijar !

çi ye yanê ? ji ber ku di ekşiyê de behsa cimaatê tê kirin em ê nekarin behsa wan bikin ? ji ber ku itü behsa keçiken zêde wêne avêtine facebookê kiriye em nikarin behsê bikin ? îcarî tewşomewşo neaxivin. elbet em dikarin, li derek din pergî mijarek bên û bên li tirşikê de jî behsa wê bikin.

ji bo rexnekirinê bi tevahî bi xwe de nerîn.

mirov tiştek dinivîse, yek di cî de tê û despê dike nizanim "çima ev rojeva kurdistanê ye, nizanim çima ev di tirşikê de tê axaftin"

ê din despê dike nizanim min vê mijarê "nizanim li ku jî dîtibû, me ji xwel vê mijarê ye" û hwd.

birano ! hinek rehet bin rehet . ma hûn ê diyar bikin kî yê çi biaxive. tu nexwazî wê mijarê nexwîne yaw xelas bû çû.

hûn dibêjin qey dema tiştek di tirşikê de bê nivîsîn, an jî mijarek bê vekirin, ev tê wê wateyê ku hemû kurdistan behsa wê mijarê dike ?

rehet bin yaw hûn behsa çi bixwazin dikarin bikin . heçî nezane wele wê bêje qey parlementerên ji her derê kurdistanê hatî hilbijartin di vê ferhengê de dinivîsin. rexne li gor wê tê kirin. ev çi fermîtî ye bavo ? ev der ne parlemento ye ha, ferheng e ..



03.01.2014 00:32 | brusk56