Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brusk56

profîla "brusk56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [roja evindaran] de;

6. yanê mirov, hezkirina xwe nîşanî hezkiriya xwe bike; we nû hev nas kiribin jî, 50 sal in zewîcî bin jî, tiştek baş û xweş e.
lê dema ev yek di rojekê de sabit bibe, mirov xwe neçar û mecbûr hîs bike, tu tama wê namîne.

yanê rojek ji rojên ji rêzê, tu gulek bistînî bidî hezkiriya xwe tiştek gelek spehî ye. lê ger tu roja 14'ê sibatê bibî bidî hezkiriya xwe; weke ku te erka xwe anîbe cih, bêwate û bêhîs dibe. lewma jê hez nakim.



14.02.2020 22:42 | brusk56