Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brusk56

profîla "brusk56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [xutbe] de;

4. tişta ku her heftî li mizgeftan de tê xwendin e. her heftî heman tişt tên xwendin û li gor fikra min, êdî di vê serdemê de, tu wateya wê nema ye. weke mînak li amedê mizgefta li cem mala me(mizgefta bayramoglu), melayek heye ku dema mirov diçe guhdarî xutbeya wî dike, mirov ji ola xwe sar dibe. bê henek .

zilamek ku wek navê xwe zanim tu zanîna wî tune ye ji bilî mêj kirinê, kaxizekî ku ji aliyê diyenetê hatiye şandin digire destê xwe û bi xwendina xwe ye xerab* dixwîne. yanê bû çi ? çi feyde da min ?

ji xwe her roj ez sed qatê wê tişt dixwînim .

di van xutbeyan de her heftî ji bo yekîtiya welatê tirkan dûa tê kirin û ji bo helakbûna dijminê wan jî nifîr tê kirin. li vir, dijmin jî elbet kurd û kurdistan û pkk ye.

ji xeynî wê jî, rojên weke "zafer bayrami", ev xutbe dibe îşkence ji bo mêjkerên kurd. di xutbeyê de behsa serfiraziyên xwe, bilindbûna nijada xwe dikin.

qet ji bîra min naçe di xutbeyekê de mela eynî wisa got mizgeft ne tenê derên ku perwerdehiya olî tê dayîn e, di heman demê de li mizgeftan perwerdeya mîllî yanê neteweyî jî tê dayîn . ez hema şeqiz mam. min got ya rebbî, wê kengê ev tirk bawerî û îdeolojî û berjewendî û nijadperestiya xwe ji hev cûda bikin, xwelî li serê me bikin ..



11.01.2014 02:41 | brusk56