2. pirsa ku ji bo bê fêm kirin ka kî an jî çi weke referans hatiye standin û li gor wê hatiye nirxandin.
yanê ;
"vîzontele filmekî xweş e" ?
temam lê li gor çi ? li gor filmên tirkan ? li gor filmên hollywoodê ?
li gor kê ? li gor te ? an jî li gor otorîteyan an jî li gor lêkolînên zanistî ?
ji ber ku ew qas kes hene bêzanîn, şîroveyên virt vale dikin mirov mecbûr dimîne vê pirsê dike .
carekê di dersê de mamoste ji me pirsî got " kesên ji dereke bilind dikevin, herî zêde kîjan lebat birîndar dibe ? " me got fatreşk felan yek hevalê me jî got kezeba reş. paşê mamoste got fatreşk e, hevalê me got na kezeba reş e . mamoste wî çaxî got li gorî kê li gorî çi ? yanê çavkaniya te çi ye ? tu dibêjî min lêkolînên zanistî nêriya an jî çêkirye an dibêjî yek hevalê min ji serê bên ketibû kezeba reşa wî birîndar bûbû ? çavkanî giring e yanê ?
|