Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brusk56

profîla "brusk56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [01.03.2014 kampanyaya danasîna tirşikê ya li ser twitterê] de;

30. kampanyaya ku bi qasê minhêvî dikir nivîskar ni xwe re neaniye ye.

duh 16 îro jî 5 kes bûn nivîskar. dîsa jî xêra xwedê ye *

di vê navberê de ji hemû kesên ku ji bo tirşikê ked dane re, spas dikim. hûn her hebin .

heta kampanyayek din bimînin di xêr û xweşiyê de.

(bnr: axaftina girtinê) *



02.03.2014 19:40 | brusk56

19. kampanyaya ku çendek maye despê bike.

ez bawer im wê gelek kes piştgiriyê bide . de haydê gelê tirşikvanan ! têkevin twitterê despê nivîsandinê bikin



01.03.2014 19:44 | brusk56

13. tişta ku wê sibe saet 20 an de biqewime ye.

em ê saeteka xwe ji bo tirşikê xerc bikin Û em ê binêrin ka wê çawa tesîr bike. wê kî çi bêje û wê çi qas kes piştgiriyê bide.



28.02.2014 15:08 | brusk56

12. kampanyaya ku di ekşîsozlukê de bi vê peyamê hatiye danasîn : eksisozluk.com/entry/40650084



24.02.2014 00:08 | brusk56

10. kampanyaya ku divê em di van rojên dawî de, herkesî jê haydar bikin.

mesela bila herkes ji hevalên xwe yên bikarhinerê twitterê re bêje ku di wê demê amade be. herkes dikare di facebookê di derbarê vê kampanyayê tiştek binivîse. divê em vê carê bikarin dengê xwe bigihînin kesên cûda.



23.02.2014 00:02 | brusk56


4. kampanyaya ku ez ê jî bi hemû hêza xwe tê de bim.

kampanyaya borî têra xwe serkeftî bû û gelek kêr tirşikê hat. bi dehan nivîskarên nû hatin û haya gelek kesan ji tirşikê çêbû.

lê vê carê divê em zêdetir profesyonel tev bigerin ku vê carê em bikarin dengê xwe bilindtir bikin.

pêşniyariyeke min heye. ji kampanyayê re hê 11 roj heye. em dikarin di vê demê de an jî dema kampanya pêk tê, tweetan ji kesên navdar re bişînin ku ji bo tirşikê bi taga tirşikê tweetek biavêjin.

ez dibêjim em lîsteyek a kesên navdar û xwediyê zêde şopîneran derxînin û 5-6 kes ji me, ji wan re ji bo pîştgirîyê tweet biavêje. mesela berxwedan yaruk. xwediyê 30 hezar şopîneran e. ger em jê bixwazin wê alikariya me bike.(beriya 5-6 mehan carekî kiribû jî) mesela parlementer û şaredar û rêveberên bdpê, dibe ku tiştek wisa bikin.mesela Özgür amed. 9 hezar kes wî dişopîne.

em lîsteyek wisa derxînin û piştgirî ji wan bixwazin. bi vî awayî wê kampanya zêdetir berbilav bibe bawer im ..

ji kerema xwe re hûn jî fikr û ramanên xwe parve bikin û pêşniyariya min şîrove bikin. da ez jî li gor wê tev bigerim.



18.02.2014 16:33 | brusk56