Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brusk56

profîla "brusk56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [zaningeha selahaddîn eyyubî] de;

8. zaningeha ku ji xwe re avahiyek jî çêkiriye. dixwazin fakûlteya tipê vekin.

akpê nefesa cemaatê birî lê heçko ev zaningeh wê karê xwe bidomîne.

înşallah dev jê bernedin û hemû beşan jî vekin. ji ber ku çi qas rêveberî di destê cemaatê de be jî wê zaningeh di destê welatparêzan de be. aha ji te re dîcle. qey hemû tişt ne di destê wan de ye. xêra xwedê ye bişa hebe..



12.11.2015 23:46 | brusk56

5. zaningeha ku bawerke wê ne wek gotina wan be. li gor gotinên wan heta niha diviyabû dest bi çêkirina kampusa xwe bikin lê tu tişt tune ye di holê de.

serî de gelek bi îdîa bûn, vîdyonên gelek xweşik jî amade kirin ;







herkes dibêje ev zaningeh ya feto ye. piştî şerê di nav wa û akpê de derket, êdî heçko zehmet e bikarin zaningeha xwe mezin bikin. heta dibe ku dev jê jî berdin ..



10.11.2014 23:24 | brusk56

2. zaningeha ku wê perwerdehiya bi kurdî jî bike.

di malpera xwe de nûçeyek di derbarê rewşa dawî a zaningehê û perwerdeya kurdî de weşandine û vê nûçeyê him bi tirkî him jî bi tirkî nivîsandine. vaye ew nûçe ;



ZANÎNGEHA SELAHADDÎN EYYUBÎ TABELAYA XWE DALEQAND



Zanîngeha weqfê a ewil ya Diyarbekir ya ku îsal ê bi 5 beşa dest bi perwerdehî û hîndekariyê bike, tabelaya xwe daleqand.



Zanîngeha Selahaddîn Eyyubî ya ku di Çileya 2013’an da bi pejirandina pêşniyazqanûna ji aliyê Lijneya Giştî a Meclisê hate demezrandin, xebatên avakirinê didomîne. Li avahiya zanîngehê ya ku di rojên peşîyê de bi merasimeke fermî ê werê vekerin rotûşên dawî tên avêtin. Verastkirina mîmariya hundir ya avahiya zanîngehê ku li pêşberî Otagara Nû ya li ser Rêyaurfa ye hate qedandin. Tabelaya ku li ser ‘Selahaddin Eyyubi Üniversitesi’ nivîsiye hate daleqandin.



Zanîngeha Selahaddin Eyyubi, sale ewil ê bi 4 fakulteyan startê bide. Ev fakulteyên Zanistên Tenduristiyê, Zanistên Rêvebirî û Aboriyî, Îlahiyat û Endezyarû û Mîmariyê e. Dibistana Bilind a Zimanên Biyanî û Dibistana Bilind a Pîşeyê jî ê dest bi çalakiyên hîndekariyê bike. Wekî dî, di bin banê zanîngehê de enstîtuyên Zanistên Civakî, Zanistên Fenê û Zimanên Herêmî ê xebatên zanistî bimeşîne. Duv re jî fakulteyên Tip û Hiquqê dê werin vekirin. Armanca dawî ku 50 beşên ku dustur hatiye wergirtin dê were vekirin.



PEWERDEHIYA ZIMANÊ KURDÎ



Kadroya Erkedarê Hîndekariyê hate amadekirin. Îsal beşên Kargerî, Jimaryarî, Bazirganiya Derve, Fîzyoterapî û Hemşîretî ê xwendekaran bigirin. Hemû xwendekar sala pêşî dê perwerdehiya zimanê Îngîlîzî hîn bibin. Di beşa Hemşîretiyê de Kurmancî, di beşa Bazirganiya Derve de Soranî dê perwerdehiya zimên were dayin. Di bin banê Enstîtuya Zimanên Herêmî de jî bernameyên lîsansa bilind dê were vekerin.



14.04.2014 00:01 | brusk56

1. zaningeha nû a cemaatê a li amedê ye.

li cem otogarê, li ser avahiyekê tabelaya xwe DALEQANDiye.



malpera zaningehê http://www.seu.edu.tr/



13.04.2014 23:06 | brusk56