Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brusk56

profîla "brusk56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [îslam] de;

34. baweriya ku, bawerke wê hêdî hêdî xelas bibe.

êdî li bajaran, ji xeynî kesên girêdayî cemaatan hema bêje tu kes nimêj nake. rêjeya kesên nimêj dikin belkî ne %1 be jÎ.

ji xwe piştî ev daîş felan jî derket xel ji îslamê sar bûn. yên weke fadil akgunduz bi bikaranîna hestên olî 2-3 salan carekê milyarên xelkê dixwe. li ser televîzyonan, yê hingîvî difroşin, yên krem û merhem Û giya felan difroşin hemû hestên olî bikartînin. ji devê wan inşallah û maşallah û navê pêxember û xwedê kêm nabe. haa yê ku dîsa tê xapandin hene ? hene hem jî bi milyonan. lê hinek mirov jî dema mirovek ku dibêje maşallah inşallah jê şûphe dikin *



22.12.2015 18:48 | brusk56

12. ola ku dibêjin tê de zorlêkirin tune ye lê, yê ku bêje "ez êdî ne misilman im" tê kuştin.

erê di îslamê de ev heye. heta îro melayê mizgefta zaningeha dîcleyê eyn wisa got ; "di îslamê de 3 rewşan de kuştina yekî caîz e. yek ji wan ji dîn derketin e. lêê tabê em nikarin wan bikujin, tu rêxistin nikare wan bikuje. tenê divê dewleta îslamê wan bikuje."



09.08.2014 00:04 | brusk56