Tirşik - Profîl
tirşik-profîla qêl qêle

profîla "qêl qêle"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [karl marx] de;

1. Karl Heinrich Marx (z. 5'ê gulanê 1818'a li Trier − m. 14'ê adarê 1883'a li London ê) fîlozof, rojnamevanê siyasî û rexnegirê civaka sivîl û aboriya netewî ya klasîk bû,bavikê Bîrdoziya Marksîzmê. Wî hewl dida, Kapîtalîzmê bi awayê zanistî lêbikolê û rexne bike. Karl Marx weke zanyarekî bibandor ê Sosyalîzmê û Komûnîzmê tê hesibandin. Ramanên wî heta roja îro bi awayekî kontrovers tên gutûbêj kirin.

Ew li bajarê Trier a Almanyayê ji dayik bûye. Karl Marx xwediyê gelek berhemên giranbûhaye, berhema wî ya herî bi navûdeng «Kapîtal» a ji 3 cîltan pêktê ye. Her wiha, Firmesun û polîtîk, Malbata pîroz, Manîfestoya Komûnîstî, li Fransayê şerê navxweyî, teoriyên nirxên zêde, hin ji berhemên wî yên serekene.

Karl marks di sadsala 19 de di yê ku felsefe, politik, aborî, Şaraşgarî û Komûnîzm ava kiriya. Li ser gelek mijar û lebatan hizirên wî hene. Lê ên zêde di despêka Manîfestoya Komunîstî bi wê hevoka xwe ya ku têne ser ziman û dibêje, " ta naha dîroka civakan, diroka şerê çiniyên bi hev re ya", tê naskirin. Marks, weke her pergalan di hundurê kapitalizmê de ji fêlitên ku wî bi xuruxunê di nav xwe de wê afirêne, jê wê bawer kir. Li gor wî, çawa ku kapitalizm, cihê faodalizme kevnbûyî girtiya, wê Komunîzm bi Şoraşgariya proleterya e dîktarorî ya wê, wê cihê wê bigirê. Marks, hinek di çavkaniya civaknasî-rêzanî de bi zore li dîrokê dimeyîzend. Li gor rewş û hebûna kapitalizmê, wê Komînîzm wê cihê wê bigirê. " pêsawaziya hemdem ku pêş ket, Bûrzîwazî ji, ya ku xwe di spêriyê de û bidest dixe û çêdike, wê jê bikişêne û hildê. Bi vê yekê, Bûrzîwazî, bixwe, tirbkolanê xwe bi xwe ya. xwe dana ardê û zeferê proleterya di heman demê de nejêbazdanaka"(Ji Manîfestoya Komînîst.

Marks, bawer dikir ku ev guharandin wê bi tekoşîneke şoraşgarî wê bibe. Ancaq ji, bi hev girtina bi çine karkar ya navnetewî wê bibe. "li gor me, KOmînîzim, ne rewşeke ku mirov karê çêke û ne ji li gor wê raskirina wê bê kirin xiyeleke. Em, ji wê rewşê ku wê ji vê rewşê iro re ya ku wê dawiyê jê re bêne dibêjin. Pêşengên wê gavê ji nahahebûna xweza yana"(Îdeolojiya Alman. Marks, di deme ku jîn dibû de ku ne nasdar ji bana, pişt wî bi demekê re hizrên di giştiyê Cihanê de pêşengtiya tekoşîn û gavên çinên karkaran kir. bolşevîkên marksîst li rusya yê Şoraşa Çirî kir. Di sadsala 20an de mirov karê bêje ku li her welatî hizre marks aligir gîtin. Marksîzim di dordorên Aqadamîk û yên Rêzanî(polîtîk) mijara ku herî mazin ya ku dihata nîqaşkirin bû.



serçav: wîkîpediya; http://ku.wikipedia.org/wiki/Karl_Marx



08.08.2013 23:24 | qêl qêle