Tirşik - Profîl
tirşik-profîla azadixwaz

profîla "azadixwaz"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [inside man] de;

1. filmeke hollywoodê ye, 2006ande hatiye weşandin. film li ser şelandina benqeyekê hatiye çêkirin. film bi russell gewirtz ve bi başî hatiye nivîsandin û derhêneriya wê spike lee kiriye. di filmîde denzel washington, clive owen, jodie foster, christopher plummer dilîzin.

----------spoiler----------

film li ser şelandineke ecêb a benqeyekê hatiye ristin. dizên dikevin banqê cilên wek hev li xwe kirine û li yên banqê jî didin xwekirin. li rehîneyan jî weke ku diz bin bi maskeyên îş didin kirin û bi vî awayî wextê dawiyê bi rehîneyan ve derdikevin kes nizane ka kî diz bu. yek jê jî dimîne li dereke xef li hundir. weke din jî em hîn dibin vaye dizan qet pere nebirine û tenê elmasên xef û belgeyên taybet ên xweyê banqê dizîne.

-------------------------

imdbê 7.7 puan dayê. filmeke xweş e lê tenê senaryoyeke baş têrî nake. film dihêje guhdarî kirinê lê nakeve nava filmên herî xweş.



03.08.2014 08:59 | azadixwaz