Tirşik - Profîl
tirşik-profîla azadixwaz

profîla "azadixwaz"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [goethe] de;

2. johann wolfgang von goethe (1749–1832) romannivîs, helbestvan, zanistvan, firmesun û deh salan wezîrek elmanî bû.



J. W. Goethe di 23ê gelawêja 1749an de li Frankfurtê ji dêya xwe bûye. Ji ber ku dê û bavê wî bi zanist û hunerê ve mijûl bûne li hawîrdoreke hunerhez mezin bûye. Di şanzdehsaliya xwe de ji bo perwerdehiya hiqûqê çûye Leipzigê. Piştî ku ji ber nexweşiya xwe vegeriyaye Frankfurtê li ser wêje, kîmya û olê xebitiye. Di sala 1770an de çûye Strassburgê û li wir helbestvanê herî navdar ê wê serdemê, Herder nas kiriye û bi saya Herder bêtir giringî daye helbestê û bi vî awayî dirûvekî nû daye helbesta elmanî. Di sala 1774an de "jana werther" nivîsandîye. Ev roman wek destpêka berhemên kemilî yên Goethe tê binavkirin.



Goethe di sala 1776an de bûye şêwirmendê dukê Waimarê û her wiha bûye rêveberê şanoya Waymarê. Wî ev vatinî heya dawiya jiyana xwe domandiye.



Di sala 1786an de çûye Romayê û heya sala 1788an li wir maye. Di van du salan de şaristaniyeta Yewnan û Romayê vekolandiye. Piştî vê serdanê di berhemên wî de bandora herdu şaristaniyetan zêdetir bûye. Wî şanoya xwe ya bi navê Egmont li Romayê nivîsiye.



Di sala 1808an de bi handana Schiller berga şêrîn a berhema xwe ya navdar Faust qedandiye. Wî berga duwem ya vê berhema giranbiha çend hefte berî mirina xwe temam kiriye. Goethe di 22yê Adara 1832an de çûye ser dilovanşya xwe.



Berhemên wî yên sereke ev in: West-oest Licher, Faust, Iphigenie, Wilhelm, Meister, Kont, Egmont, Tarkuato Tasso, Herman û Doratho.



Goethe wek serkêşê wêjeya klasîk a Almanî tê binavkirin. Wêjeya Almanî bi saya wî di wejeya klasîk a Ewropayê de bû xwedî cihekî girîng. Her wisa rexnegîrên wêjeyê hevbîr in ku wî her çiqas bi Almanî û wekî Almanekî nivîsandibe jî her tim nirxên gerdûnî derxistin pêş.



nîşe: agahî ji wîkîpedîa kurdî hatine wergirtin.



08.08.2016 00:26 ~00:28 | azadixwaz