Tirşik - Profîl
tirşik-profîla azadixwaz

profîla "azadixwaz"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [zagros] de;

1. strana koma rewşen a xweşik.

niha li ser radyoya tirşikê lê dide:



çawa wisa razaye?

Li nav vê dola ewqas mezin

Dapîra toros û alpa

Vê biharê jî zaroyên xwe têr kir

Nizanim miriye an razaye



Bi vî laşê sar

Berikek spî li ser bejna wê

Dibe ku ji neviyên xwe xeyîdiye

Bi janên dîrokî

Bawerim ku hê bi hêviye



Delingê xwe ranekir

Ji Îskenderê zorkurnet

Ne biharan ne payîzan

Sîng û berê xwe venekir

Ji tîmûrê xwedî şûr



Ne tu rojan ne tu şevan ne tu caran

Talan û înkar û şeran ji me re dayik bû



Zagros zagros zagros zagros

Nasnameyek asî yî

Zagros zagros zagros zagros

Tu heyî tu ji me yî



06.08.2013 02:25 | azadixwaz