Tirşik - Profîl
tirşik-profîla azadixwaz

profîla "azadixwaz"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [i, robot] de;

1. filma 2004an derketî ser perdeyê û ji imdbê 7,1 standî. film behsa 203an ku robot bune rutîneke jiyanê dike. êdî robot hema hema her karî dikin. û helbet di bin fermana mirovande ne. weke hemu filmên robotan piştî demeke din bi kontrolên cuda dibin bela.

film bi senaryoyeke baş derketiyê holê û weke rutîna hollywoodê efekt û tişt û miştên wê baş in. lê weke piraniyeke filmên amerîqanî piçek samîmîyet(germahî) jê kêm e. honandina filmê ne xerab e, nahêle mirov aciz bibe.


lehengê me kes nizane çima lê zêde rutirş e, ji robotan aciz e lê baş nayê honandin ku çima. aciz e ji ber ku robotekê di qezayekêde şuna keçikeke biçuk wî ji xeniqînê xelas kiriye. qisurê nenêrin lê ev têrê nake. kêmasiyeke din ew e ku evîneke berçav tune, her kes zane ev jênegereke hollywoodê ye.



22.11.2015 17:42 | azadixwaz