Tirşik - Profîl
tirşik-profîla azadixwaz

profîla "azadixwaz"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [in time] de;

1. filma li 2011an hatî çêkirin e.

Derhêner: Andrew Niccol

nivîskar: Andrew Niccol

lîstikvan: Justin Timberlake, Amanda Seyfried, Cillian Murphy

puanê imdbê: 6,6

li ser fikreke orjînal hatiye avakirin e: pêşerojê de her mirov di 25 saliya xwe pêve pîr nabe û 25 saliya xwe de çawa be wî awayî jiyana xwe didomîne lê tişteke giring heye piştî 25 saliyê tenê salekî heye û da ku zêdetir bijî divê bi awayekî ji xwe re wext peydabike; bi şixwilin, bi dizîn yan jî bi bazirganiyê. pere ji holê hatiye rakirin û her tişt bi wext tên kirîn û firotin.

fikra bingehîn resen e lê li ser vê fikrê senaryoyeke hema ji rêzê hatiye nivîsîn û ji ber vê yekê jî imdbê tenê 6,6 daye filmî û mafdarin jî. lê dîsa jî dikare bê guhdarîkirin.

(spoiler: li filmî de diya serleheng ji kar derdikeve û wê biçe mala xwe, 1,5 saet tenê wextê wê maye. li otobusê siwar dibe û dinêre fiyet zêde buye û buye 2 saet, bi rêve jî 2 saet rê ye. jinik dest bi vezînê dike û kurê wê jî dema dibîne ku diya wî ji otobusê peya nabe bi alê wê de dibeze lê bi ferqeke çend saniyeyan nagihêjin hevudin û jinik dimire. ev dîmen mirov xemgîn dike.)



15.10.2013 23:03 | azadixwaz