Tirşik - Profîl
tirşik-profîla azadixwaz

profîla "azadixwaz"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [about time] de;

2. filma imdbê 7.8 puan dayiyê. film li ser ciwaneke 21 salî bi navê tîm(domhnall gleeson) ji bavê xwe hîn dibe vaye dikare di nava dem(wext)ê de gerînê bike. lê çiqas mijara sereke ji bo aksiyonê pir munasib be jî, mesele li vê filmê de ne aksiyon e. bi temamî film li ser hestên mirovî dişixwile û pir serkeftî ye jî.

--------------------------------spoiler------------------------------------------

bi hînbuna vê taybetmendiya xwe serlehengê me dixwaze vê yekê ji bo hin berjewendiyên xwe bikar bîne û hinekan de ser dikeve û hinekande jî nikare xwesteka xwe bike. piştî ku hîn dibe ji bo zarokên wî neguhere divê tu carî neçe berî xwedê-dana zarokên xwe û ji ber wê divê hin pirsgirekên xwe bi riyên din çareser bike, weke pirsgirekên navbera xwişka wî û hevalê wê. di filmî de tîm dibêje demeke dirêj min qet pêwîstî bi gerîna nava demêde nedît ango jiyana min xweş bu û ev tiştna li mirov dide fikirîn.

wextê ku kanserbuna bavê tîm derdikeve holê pêwendiya taybet a navbera bav û kurîde jî baştir derdikeve holê. dubare jiyîna demên bavê xwe re li mirov 'xwezî min jî bikariya' dide gotin.

tişta herî zêde li min bandor kirî jî dubare û wekhev jiyîna rojên normal bu ku qîmeta rojan û eslê xwede hêja û xweşbuna jiyanê li mirov bibîr tîne, û mirov bi çaveke qîmettartir li dora xwe dinêre*.

-------------------------------------------------------------------------------------------

ji min filmeke pir bandorker e. pêwendiya mirov a bi bav, zarok û malbata xwe re dide lêpirsînkirin. filmeke dirêj e lê ligel ku wextê min guhdarî kirî xewa min dihat jî min qet xulekek jî nerevand. filmeke orjînal û hêjayî guhdarîkirinê ye.



03.08.2014 09:34 | azadixwaz