57. formata bi taybetî ji bo tirşik nebe weke forumekê hatî ferzkirin e. lê van rojan û ya rast hingî roja paştir e peyamên ne li gorî formatê zêde dibin. hin kes endamên nû weke sedem nîşan didin û dibêjin hêdî hêdî wê hînî formatê bibin lê yên peyamên wisa dinivîsin ne tenê yên nû ne. gelek peyam hene tam bi formata forumêda ne. |
|
12.04.2016 18:05 |
azadixwaz
|
56. A ku pir giring e. Hevalên nû di serîde baş fêhm nakin lê ya ku cudahî navbera ferheng û forumande çêdike ev format e. Divê her peyam gorî formatê be ku malper jî bi rêkûpêk û bi kêrhatî be. Ez sipas dikim ji bo hemu peyamên hevalên nû lê li gorî formatê bin wê gelek baştir be. |
|
31.03.2016 12:16 |
azadixwaz
|
34. a ku divê li her nivîskarê tirşikê bi darê zorê bête xwendin. an jî di her guherîne rupelî de rêzikek derkeve pêşberî wî/wê de. |
|
03.02.2015 20:04 |
azadixwaz
|
27. a ku nivîskarên van rojan guh nadinê. birêz nivîskarên hêja ji kerema xwe re gorî formatê binivîsin. |
|
29.10.2014 20:52 |
azadixwaz
|
22. -hemu tiştên bo mijarekê tê xwestin ku bê gotin, çiqas dirêj be bila be û çend caran bê guhertin bila bê guhertin weke yek peyam dikare bê nivîsîn, taybetî jî tiştên bên gotin weke hev an jî heman çeşnî bin. |
|
15.05.2014 21:18 |
azadixwaz
|
3. tişteke giring e û niha ev format neyê parastin wê tu cara nekare bê sererastkirin û ev mesele wê bibe wek meseleya mirîşka ereb. |
|
06.07.2013 13:07 |
azadixwaz
|