Tirşik - Profîl
tirşik-profîla azadixwaz

profîla "azadixwaz"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [the song of sparrows] de;

3. fîlma ji sînemaya îranê, ji sînemaya amerîqî gelekî dûr e, şikir ji xwedê re, fîlm xizaniyê têxe navendê û dora wê behsa hin meseleyên din jî dike weke zarokatî, hezkirin, fedakarî, berxwedan, hwd helbet ne wek mahsun kirmizigul ku niyeta xwe li her tiştî bîne. film pir germ e, buyerên tê de ji jiyana rastîn hatine wergirtin û mirov gelek cureyên mirovatiyê tê de dibîne. di fîlmê de weke filma zarokên bihuştê, zarok fedakariyan ji jiyana xwe dike ku mirov bi van dîmenan kelogirî dibe û ya rasttirîn bi girî jî dikeve.

wexta film xelas dibe mu dibêje şikir ji xweda re ku min guhdarî vî filmî kiriye lê dawiya filmê hinekî kêmasî hene ku li mirovî kêmmayîneke dide hîskirin, lê ev jî tama jiyana rasteqîn tîne bîra mirov û kesereke kur dikişîne.



08.07.2013 17:21 | azadixwaz