Tirşik - Profîl
tirşik-profîla azadixwaz

profîla "azadixwaz"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [what if] de;

3. Filma 2012an li yewnanîstanê hatî kişandin, ji aliyê christoforos papakaliatis ve hatî nivîsîn û disa bi heman kesî ve serlehengî hatî kirin. Puana wê ya imdbê 7/10 e. Bawerim ji bo vî filmî hindik e. Senaryo baş hatiye honandin û rê dide mirov ku li ser bifikire. Tişta herî giring ew e ku behsa hêza guherîna tiştên biçuk a li jiyana mirovî de dike;


serlehengê me li mala xwe runiştiye û kuçikê wî yê pir jê hez dike dixwaze derkeve û li derve bimîze. Li vir du vebijêrk derdikevin pêşiya me; yek jê serlehengê me kuçikê xwe dibe û qezayek trafîqê pêk tê kuçikê wî birîndar dibe û ya dinde kuçikê xwe li baxçeya xwe kilît dike ku li wir bimîze û vê carê jî dix dikevin malê, li wî dixin û wî birîndar dikin. Ji vit pê ve film li ser herdu ixtîmalan pê ve diçe û mirov dibîne ka kîjan ixtîmal buya wê çawa buya.


Bi senaryoya baş honandî valahî di navbera buyerande namîne. Bi du ixtîmalên ne ji jiyanê dur û pir caran li hev rast tên, tê dîtin ku jiyan çiqas li ser ixtîmalan ava buye û giringiya biryarên mirovî çiqasî bandoreke jêveneger li jiyanê dike.

Werhasil kêfa min pir jê re hatê û puana min 89/100 e.

Here lînkê



26.09.2015 08:32 ~08:36 | azadixwaz