3. ew kesén ku ez her tim wan dilo can pîroz dikim... bi taybetî dilovaniya mehmed uzun bandorek mezin li ser min kirî bû. min ji bo niviskaré nemir çend riste nivîsandi bû
ÇUYÎNA TE
Tu gula dilé gelé kurd û cîhanê bû
Sîya evîna te li her deré belav bû
Evdalé zeyniké kilamén xwede tu qîra bû
Koçberîya te mirina egîdekî bû
Héz û bedewîya pénusa te kurdistan hişyar kir
Em ji bîra qederé rabun me serî rakir
Zarok,ciwan,kal me tew bi te bawer kir
Te îro em tené hiştin û koçberî bihuşté kir
Ziman û roman téré nakî te binivsînim
Dengbéjén te îro te distrînin û te bîr tînin
Baz û kevok ji bo te héstra dibarînin
Hawara dîcleyéye ji bo te dîqérîni
Evîna te her tim dé dilé me de bijî
Ronahîyé rojek weri vî welatî jî
Gelé mezopotamyayé dé te bîr bîni bi şev û rojî
Rojek werî dé aşitî bé vî welatî jî
Welat hemu îro ji bo te digirî
Réz digire Cudî,Gabar,Zagros û Agirî
Heval bejna xwe li ber te ditewînin bidilgirî
Welat xemgîne,huner xemgîne,wéje xemgîne
(gabarî)
(ji bo bîranîna nivîskaré kurd Mehmed uzun)
|