Tirşik - Profîl
tirşik-profîla cinorek

profîla "cinorek"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mars] de;

22. drone a bi navê ingenuity ku nasayê digel rovera perseverance şandibû wê gerstêrkê 72 caran li ser erd û asimanê marsê firiya û 18 km mesafe geriya. Ew serkeftinek mezin e. Nasa'yê texmîn nekiribû ku ewqas temendirêj be.

Axîr ingenuity niha nikare bifire.
mission completed.
Here lînkê

Rest in peace heval.
Te kelejanek mezin bo me amade kir.



26.01.2024 14:18 ~14:19 | cinorek

18. Çend roj berê perseveranceê wêneyek ji wê gerstêrkê şand. Di wêne de tiştek mîna derî xûya dike heye. Ew bû sebeba kelecanî. Çend roj in li ser medyaya civakî nîqaş tên kirin.
Here lînkê



19.05.2022 05:47 | cinorek

17. drone a ku nasayê digel rovera perseverance şandibû wê gerstêrkê te amade kirina hilfirandinê.
Di nav çend rojan de ew ê pêk be.
Demek dirokî ye.
Kelecanek mezîn e.
Here lînkê



06.04.2021 05:14 | cinorek

16. Di demek nêz de hacetên se welatan cûda ên bigihejin marsê; çîn, mîratiya erebî û amrîka.
Xûyaye reqabetek mezîn ji bo keşfa wê başlê dike.



09.02.2021 14:45 | cinorek

11. Ji bo demên karantînayê ji tirşiknûsên me re pêşniyarek.

google û nasayê bi hewre bi wêneyên rovera curiosity malperek nû çêkirine.
Here lînkê

Hûn dikarîn li ser zemînê marsê bi şeklê virtual reality bigerin û wê gerstêrkê baştir bizanibin.

*** Herwiha

dihat texmîn kirin ku sala 2020ê ji bo keşfa marsê saleka giring bibûya. Gellek welat û kompanyayan mina spacex plan dikir ku projeyên xwe ên nû bo keşfa marsê despê bikin.
Înşalla ew na'let vîrûsa koronayê projeyên wan nade betal kirin.



11.04.2020 07:41 ~08:09 | cinorek

10. Li ser wê gerstêrka rovereka nasayê heye digere; curiosity.
Di heftê de carê dimevim malpera nasayê ta ku curiosity wêneyek nû ji me re şandiye ya na.
Here lînkê



04.11.2019 19:06 | cinorek

9. nasa'yê çend rojan berê haceta xwe yê bi navê insight daniye ser herda wê gerstêrkê. Ewê binzemîna marsê keşf bike.
Ez werg difikirim ku Îxtimalek heye ku zindegî li binzemîna marsê hebe. Çimkî;
- Gravitî li wê gerstêrkê ji ya dinyayê kemtir e. Ax ne weke li dinyayê pir giran e. Minak tu herdê bikolî û xwe texî bin erdê tu yê zêde giraniyê hîs nekî. 1kg a dinyayê li vêr weke 0.38 kg te hîs kirin.
- Gava roj diçe şevê eyam pir digûhere li wêr. Lowma disa dibe ku binerdê balansa germahiyê çêke.



12.12.2018 18:31 ~18:33 | cinorek

1. hesareyek ku ixtimalek heye li vêr zindegî hebe.

îro (28.09.2015) nasa'yê eşkere kir ku li ser rûyê marsê av heye.



28.09.2015 18:33 | cinorek