Tirşik - Profîl
tirşik-profîla cinorek

profîla "cinorek"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [peyvên kurdî yên ku di ferhengan de peyda nabin] de;

160. (bnr: baş bûn), (bnr: baş kirin)
Ew peyv li hinek deverên kurmanciya berfêratî te gotin.

Baş bûn: qedîn, xelas bûn.
Baş kirin: qedandin, xelas kirin.

Mînak: çaxa pereyên te baş bûn, here dikana memko. ji/li memko bixwaze.



18.02.2024 17:20 | cinorek

159. (bnr: gocî kirin)



14.12.2023 10:02 | cinorek

158. boyine

Tê watêya her tim, her gav. Ew peyv li deverên kurmancên berfêratî mîna mereş û Xarpêtê hem ji aliyê kurdan hem jî ji aliyê tirkan bi wê maneyê we tê bikar anîn.

Mînakek;
"Çaxa terime ser kaniyê boyna ew keçika memko ya kiçik li vê derê ye"

dema ku min bi çend hevalan berfêratî re li ser wê nîqaş kir gotin ev peyv ji tirkî ketiye kurdî. Lê ez qebûl nakim. Di vê wateyê de ev peyv ji peyva tirkî ya ”boy” ango "boyunca" cuda xuya dike. Ger tirşikvanên me karibin fonksîyona paşgira -ne û -na di dawîyê de rave bikin pir baş be. herwiha peyvên bişibiha wê pêşkêş bikin dê pir baş be.



29.11.2023 14:45 | cinorek

152. Li devere me peyvek ecêb heye. Pir kêfa min jê te. Lê di ferhengan de peyda nabe. (bnr: şalê)


peyvên ku dikarin şûna inşallahê bên bikaranîn/139859 Li wir peyva maşalê hatiye behs kirin. Belkî jî ew e.

Maneya xwe bi hevl gihiştina armancekê ye.

Minak:
- Şalê bikî ku îsal mekteveka rind qezenc bikî.


- Dengê xwe bilind meke ku şalê xebera memedê ji hatina me nebe.

Ji înşella cûda ye.



15.06.2022 04:21 ~04:40 | cinorek

151. (bnr: avî bûn), (bnr: avî kirin).

Gava pezek nuh tevli keri dibe, çend rojan ew di nav kerî de xerîb hîs dike. her tim dikale. seba wê te gotin ku avî dike. avî bûye.

herwiha seba merivan jî tê gotin. ew zarok xerîbê wir e. avî dike.



26.05.2022 08:23 | cinorek

150. Derbarê jîyana koçberiyê 2 peyv hene ez merax dikim. Lê min nikaribû di ferhengan de peyda bikim:

1. hilbêr
2. delbêr

Maneya wan ew e:
Koçer ji bo cihê pez dotinê re dibêjin bêrî. Kesên pez didoşin re dibêjin bêrîcî/bêrîwan. Delbêr(cî) jî ew kes e ku dema dotinê serê mihan hildide ta ku bêrîwan bi rehetî bidoşin.

Berî li yaylaxê (çiyayê) li hêla obayê dibe. Lê payîzê çêre li der dora obayê kêm dibe lowma bericî (bêrîwan) teşt û berojên xwe hildidin û terin beriyê li derên dûr bi çêre çêdikin. Ji bo wê dibêjin hilbêr.

Peyva hilbêr dibe ku ji peyvên hildan+bêrî pek tê. Lê peyva delbêr çawa pek hatiye nizanim.



19.02.2022 17:46 ~17:47 | cinorek

146. Berê benikên qalind ku ji hiriyê dihat çêkirin hebûn. Bi vê hesp û dewar dihatin girêdan. Koçerên me ên xarpêtê bo wan digotin (bnr: aris) (bnr: ariz).
Hinekê dişibe wê tiştê lê qalindtir e.
Here lînkê
Ew peyv di ferhengên kurdî de peyda nabe ecêb li deverên dî kurd bo wê tiştê çi dibêjin.

***
edît: eslê peyvê werîs bûye. peyvên kurdî yên ku di ferhengan de peyda nabin/137061.



08.10.2021 09:08 ~12:16 | cinorek

11. (bnr: rÛnuxamtÎ)

di mÎrname ya jan dost de çendÎn caran derbas dibe. di ferhengÊ de min ew nedit.

gelo ew tÊ menaya 'ermiş' a tirkÎ?



05.12.2013 19:59 | cinorek